Heval Ebûbekir: Silêmanî ji ber neşandina mûçeyan dê cejnê pîroz neke

.

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebubekir îro 5ê Hezîrana 2025an di daxuyaniyekê de diyar kir: "Wek nerazîbûnekê li hemberî wê desthilatê hikûmî û dewletê ya heyî, ku îdiaya mafên welatiyan, dîndarî û pêkvejiyanê dike; em ê ti merasimeke fermî ya cejnê lidar nexin."

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Welatiyên hêja, birêz û bawermend; di vê cejnê de, ji ber bi dîlgirtina hemû xelkê Kurdistanê ji aliyê desthilatdarên Iraqa federal ve, li ser wî esasî ku (sûcê birîna nanê kesekî, ji serjêkirina wî kesî; mezintir e), em tenê bi rêzdarî rêzê li erk, nerît û kevneşopiyên olî yên bilind û bawermend ên civaka xwe digirin û duaya heceke qebûlkirî ji bo heciyan û xurtbûna îrade, xweragirî û hevkariya hemûyan ji bo derbaskirina lûtkeya bêberpirsiyarî û sitemkariyê, ji bo we hemûyan dixwazin."

Parêzgarê Silêmaniyê ji welaqtiyan re got: "Em we piştrast dikin ku hemû saziyên hikûmeta xwecihî ya Silêmaniyê dê di xizmeta welatiyan de bin."

Ev helwesta Parêzgariya Silêmaniyê weke nerazîbûnekê li hemberî polîtîkayên hikûmeta navendî ya Iraqê ya derbarê neşandina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê tê dîtin.

Piştî şandina lîsta mûçeyên meha Gulanê yên mûçexurên Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê, Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî li roja Çarşema borî (28ê Gulana 2025ê) di nameyekê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê haydar kir ku, êdî ew nikare li ser şandina mûçeyan berdewam be, bi hinceta ku Herêma Kurdistanê para xwe ya diyarkirî ji qanûna budçeyê derbas kiriye û ew yek bi pabendbûna bi biryara dadgeha federal û qanûna budçeya giştî ve girê da.

Kurdistan Haberleri

Îlham Ehmedê li ser salvegera rûxîna rejîma Beasê peyamek belav kir
Ebdî: Sûriyeya demokratîk û nenavendî bi vîna gel tê avakirin
Li Girê Keçel peykerekî 2,5 metreyî hat dîtin
Li Wanê erdhej çêbû
Amerîka: Konsulxaneya Hewlêrê ji bo me destpêka rûpeleke nû ye