Heta niha 11 hezar malbatên Efrînî vegeriyane warê xwe

.

Heta îro 11 hezar malbatên Efrînî vegeriyane cih û warên xwe.

Encumena Koçberên Efrînî îro bidawîbûna erkên xwe û girtina ofîsa xwe ya li Qamişloyê bi awayê fermî ragihand.

Ev biryar piştî wê yekê hat ku pêvajoya vegera koçberên Efrînî ya li bo ser cih û warên wan bi dawî bû.

11 hezar malbat vegeriyane

Hevserokê Encumena Koçberên Efrînî Cemal Reşîd diyar kir ku nêzîkî 11 hezar malbatên koçber ên Efrînî, di 9 qonaxan de vegeriyane cih û warên xwe yên resen.

Cemal Reşîd li ser bidawîhatina xebatên saziyê anî zimên:

"Erkên Encumena Koçberên Efrînî, piştî ku karwanê nehem û ya dawî yê koçberan ber bi bajar û gundên wan ve hat birêkirin, bi dawî bûn."

Koçber li 4 herêman belav bûbûn

Li gorî daxuyaniya Cemal Reşîd, ew koçberên ku berê li herêmên Kobanî, Hisîça, Dêrik û Qamişloyê belav bûn, di 9 qonaxên li pey hev de li deverên xwe yên resen vegeriyane.

Cemal Reşîd destnîşan kir ku Encumena Koçberên Efrînî piştî qonaxeke gelekî dijwar a koçberiyê, xebatên xwe yên taybet ên ji bo vegerandina xelkê bi awayekî serkeftî temam kirine.

Siyaset Haberleri

AMED - Êrişên li ser Pêşmergeyan hatin şermezarkirin
Îranê dîsa êrişî Komeleyê kir
Tirkiye ji gundê Çiyê yê Efrînê derket
Dogan Hatun dev ji erkê xwe berda
Beqayî: Serdana Serokwezîrê Iraqê bo Îranê dê bibe xala werçerxanê