Hestiyên 172 qurbaniyên Enfalê li Çemçemalê spartin axê 9 demjimêr berê

.

 Li bajarê Çemçemalê bi merasîmekê hestiyên 172 qurbaniyên Enfalê hatin veşartin.

Li Çemçemalê îro bi Serokkomarê Îraqê Ebduletîf Reşîd, berpirsên Herêma Kurdistanê, konsul, nûnerên welatên biyanî û malbatên qurbaniyan hestiyên 172 qurbaniyên Enfalê hatin veşartin.

Nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê Zîrek Kemal ragihand di merasîma veşartinê ya li Monomenta Enfalê ya Çemçemalê de ragihand ku erka hemû aliyan e ku birîna malbatên enfalkiriyan derman bike.

Zîrek Kemal diyar kir ku ew li ser navê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çûye û got:

“Em hatine sersaxiyê ji malbatên şehîdan re bixwazin. Divê malbatên engfalkiriyan bi aramî bijîn û xizmeta wan bê kirin.”

Ew hestî Adara 2019an di gorên bi komî yên li parêzgeha Semawayê de hatibûn vedîtin.  

Tevahiya wan hestiyan ên wan kesên ku li devera Çemçemalê ne.

Ew hestî piştî hatin dîtin ji bo karûbarên DNAyê û pişkinîna wan birin Tipa Dadî ya Bexdayê.

Ji ber vê yekê jî anîna hestiyan 5 salan paş ket.

Ew hestî 13ê Kanûna Paşîna 2024an li ser daxwaza Hevjîna Serokkomarê Îraqê Şanaz Îbrahîm Ehmed ji Tipa Dadî ya Bexdayê vegerandin Herêma Kurdistanê.

Çend caran malbatên qurbaniyên nerazîbûna xwe nîşan dane ku bi gotinan bi sistî vekirina gorên bikomî tê kirin.

Piştî 20 salan ji herifîna rejîma Sedamji zêdetirî hestiyên 182 hezaran kesan tenê hestiyên 3 hezar û 672 kesan hatine vegerandin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Berpirsê PWK Orhan Kaya Li Dihokê seredana PDKê kir
Mustafa Özçelîk: Me hevdîtineke berhemdar bi rêzdar Kemal Burkay re pêk anî
Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin