Hesekê: Fermandarê grûpeke çekdar dest danî ser firneya bajêr

.

Li çargoşeya ewlehiyê ya Hesekê fermandarê grûpa El-Dîfa El-Wetenî dest danî ser firneya mezin a bajêr.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, fermandarê grûpa El-Dîfa El-Wetenî ya girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê Ebdulqadir Hemo dest danî ser firneya mezin a bajêr.

Sedema destdanînê jî ew bûye ku karmendên firneyê nan nedaye wî û endamên grûpa El-Dîfa El-Wetenî.

Li gor heman çavkaniyan, 3 roj in alozî di navbera fermandarê grûpa El-Dîfa El-Wetenî û hêzên hikûmetê yên li nav bajêr de derketiye.

Şeva pêncşemê dengê teqîneke mezin li çargoşeya ewlehiyê hatibû bihîstin.

Tebaxa borî, li bajarê Hesekê alozî di navbera Ebdulqadir Hemo û hoza Cibûran a Erebî de derketibû.

Sedema wê jî Ebdulqadir Hemo sivikatî bi şêxê hoza Cibûran Ebdilezîz Mislit kiribû.

RÛDAW

Kurdistan Haberleri

Berdevkê PWKê Hanifi Turan: Bi sungiyan, bi guleyan bi hezaran mirov kuştin
Trump: Em dê ji bo derbasbûna ji Hurmizê ji sedî 20 bacê wergirin
Heyeta PWKyê li Parîsê beşdarê seremonîya bibîranîna Dr. Abdulrahman Qasimlo bû
PWK: Me Jenosîda Gelîyê Zîlanê Ji Bîr Nekirîye û Em Ji Bîr Nakin Jî
Dr. Ebdulrehman Qasimlo: Ew rêberê meydanî yê ku hizir û zanist kirin tevgereke şoreşê