HESEKE - Eşîra Cibûran û hêzeke çekdar şer kir: Birîndar hene

.

Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di navbera Hêzên Parastina Niştimanî ya Hikûmeta Sûriyeyê û eşîra Cibûran de şer derket.

Li gorî zanyariyên, di encama şerê Hêzên Parastina Niştimanî ya Hikûmeta Sûriyeyê û eşîra Cibûran de birîndar hene.

Eşîra Cibûran bi armanca girtina fermandarê grûpa bi navê Hêzên Parastina Niştimanî ya Hikûmeta Sûriyeyê Ebdulqadir Hemo xwepêşandanek kir.

Berî niha hatibû ragihandin ku Ebdulqadir Hemo ji Hesekê derketiye lê nivîsîngeha ragihandinê ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku Hêzên Parastina Niştimanî red dike ku fermandarê wan ji Hesekê derketibe.

Hêzên Parastina Niştimanî herwiha ragihand ku Ebdulqadir Hemo ji erkê xwe jî nehatiye dûrxistin.

Sedema wê aloziyê jî ew e ku Ebdulqadir Hemo, li Çargoşeya Ewlehiyê ya Hesekê, bi tundî li Şêx Ebdul Ezîz El-Mislit ê şêxê êşîra Cibûran daye û kesekî ji wê eşîrê jî bi destên çekdarên wî hatiye kuştin.

Endamên eşîra Cibûran û Hêzên Parastina Niştimanî ya Hikûmeta Sûriyeyê li bajarê Hesekê b

i hev ketin.

Kurdistan Haberleri

Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’
Geştên Balafirxaneya Navneteweyî ya Kerkûkê hatin destpêkirin