Hesabê HDPê yê bo alîkariya xezîneyê hat astengkirin

.

  Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê, di doza daxwaza girtina HDPyê de daxwaza Serdozgeriya Komarê ya digot bila dest danin ser hesabên partiyê yên alîkariya xezîneyê, qebûl kir.

Dadgeha Destûra Bingehîn, di doza bi daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didome de, îro Pêncşemê 5ê Çileya 2023yan, li ser serlêdana Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ji bo biryarê li ser blokekirina hesabên xizîneyê yên partiyê bide civiya.

Dadgeha Destûra Bingehîn di hevdîtina ku dihat plankirin di 6ê Çileyê de pêk were de, biryar da ku hesaba HDPê yê bo alîkariya xezîneyê bi demkî bê  blokekirin.

Cihê balkêşiyê ye ku biryar bû herî dereng 10ê Çileya 2023an budceya alîkariyê li ser partiyan bê dabeşkirin, lê Dadgeha Destûra Tirkiyê civîna xwe pêş anî û biryara xwe eşkere kir.

Di demekê de ku doza girtina HDPê berdewam dike, Bekîr Şahîn 19ê Kanûna 2022an daxwaz kiribû ku budceya alîkariya hilbijartinan ku berî hilbijartinan ji bo kampanyayên hilbijartinan ji partiyên siyasî re tê dayîn bo HDPê neyê dayîn û budceya wê bê qutkirin.

Ev biryara Bekîr Şahîn di nav berpirsên HDPê de bibû sedema karvedanan.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan roja Sêşemê 3ê Çileya 2023an di civîna fraksiyona partiya xwe de daxwaz ji Dadegeha Destûra Bingehîn kiribû ku vê daxwaza Serokê Dadgeha Bilind a Tirkiyê red bike.

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?