Herêma Kurdistanê û UNFPA belgenameyeke hevtêgihîştinê îmze kirin

.

Fermangeha Medyayê û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja Yekşemê belgenameyeke hevtêgihîştinê ligel Sindoqa Neteweyên Yekbûyî ya Nifûsê (UNFPA) jibo bidawîanîna tundiya li ser binyatê zayendê û pişkdariya ciwanan li Herêma Kurdistanê îmza kir.

Serokê Fermangeha Medyayê û Zanyariyan û Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil û Nûnera UNFPA Rita Columbia doh 3ê Nîsanê di merasimekê de ew belgeya hevtêgihîştinê îmze kirine.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî jî di merasîmê de amade bûye.

Piştî îmzekirina belgeyê, herdu aliyan daxuyaniyeke nivîskî ya hevbeş dan.

Li gor daxuyaniyê, “ev hevkariya nû-avakirî dê rê bide DMI & UNFPA ku hişyariyê li ser rêgirtin û bersivdana tundûtûjiya li ser bingeha zayendî, li ser mafên jinan bilind bikin û bijarteyên saxlem û agahdar ji bo ciwanên li seranserê Herêma Kurdistanê pêşve bibin.”

Di çarçoveya belgeya hevtêgihîştinê de, “Fermangeha Medyayê û Zanyariyan (DMI) û Sindoqa Neteweyên Yekbûyî ya Nifûsê (UNFPA) dê bi hev re kampanyayên piştevaniyê yên hevbeş li dar bixin û piştgirî bidin belavkirina dane û destwerdanên ku tekezî dikin li ser xelkê.”

Belgeya hevtêgihîştinê herwisa dê planên hevkariyê di navbera her du aliyan de bi pişkdarî û çalakiyên hevpar ve destnîşan bike.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin