Herêma Kurdistanê pêşwazî li biryara Almanyayê dike

.

Hikûmeta Almanyayê biryar da, dema mana hêzên xwe li Iraq û Herêma Kurdistanê dirêj bike.

Hikûmeta Almanyayê biryar da, dema mana hêzên xwe li Iraq û Herêma Kurdistanê dirêj bike û ev biryar di çarçoveya rizamendiya parlamentoya Almanyayê de ye.

Li ser vê mijarê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê pêşwazî kir û pesnê biryara Almanyayê da.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Ez pêşwazî û sitayîşa biryara hikûmeta Almanyayê dikim ji bo dirêjkirina dema mana hêzên xwe li Iraqê û ez hêvî dikim parlamento jî pesend bike.”

Herwiha destnîşan kir: “DAIŞ ji bo aştî û asayîşa navdewletî hê jî gef e û hewla hevbeş a berdewam ji bo rûbirûbûn û jinavbirina terorê pêwîst e.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle