Herêma Kurdistanê nûnertiya xwe ya Swêdê ragirt

.

 Ofîsa Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku kar û çalakiyên Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Stockholm a Swêdê hate ragirtin.

Ofîsa Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Pêncşemê 20ê Temûzê 2023an di daxuyaniyekê de ragihand, “Em bi tundî wê bêrêziya li Stockholm a Swêdê şermezar dikin ku cara duyem e li dijî Qurana Pîroz tê kirin.”

Ofîsa Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê her wiha destnîşan kir ku ew êrîşa li dijî Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê “Şermezar dikin ku li dijî urf û yasayên navdewletî û Peymana Viyanayê ya sala 1961an e.”

Ofîsa Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir, “Piştî rêkarên Hikûmeta Federal a Iraqê û Wezareta Derve ya Iraqê, Ofîsa Peywendiyên Derve jî ragirtina kar û çalakiyên nûnertiya hikûmetê li Stockholmê ragihand.”

Selwan Momîka yê ku bi eslê xwe Iraqî ye û li Swêdê dijî, li ber deriyê Balyozxaneya Iraqê ya Swêdê hewl da Quranê, alaya Iraqê û wêneyên Muqteda Sedr û Elî Xamineyî bişewitîne.

Iraqê biryar dabû ku karbirêkerê xwe ji Swêdê vekişîne û ji Balyoza Swêdê yê li Bexdayê xwest ku ji Iraqê derkeve.

Her wiha, alîgirên Tevgera Sedr jî îro serê sibehê berî Selwan Momîka hewla şewitandina Quranê bide bi ser Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê de girtin û ev jî bû sedema nîgeraniya Swêd, Amerîka û Yekîtiya Ewropayê û ew serdegirtin şermezar kirin.

Kurdistan Haberleri

PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin
Îlham Ehmedê li ser Rojhilat û Başûrê Kurdistanê daxuyanî da