Her sê kursiyên Şingalê jî PDKê bi dest xistin

.

 Li banzeya sêyemîn a Mûsilê ku navçeya Şingalê li xwe digire, her sê namzedên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di hilbijartinan de bi ser ketin. Alîgirên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) nehiştîbûn namzedên PDKê bo bangşeyê biçin Şingalê.

Li gorî encamên dawî yên dawî Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê PDKê di hilbijartinan de li seranserê Mûsilê 9 kursî û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) 2 kursî bi dest xistin.

Li navçeya Şingalê ku dikeve nav bazneya 3yem a parêzgeha Neynewayê, PDKê hersê kursiyên wê navçeyê bi dest xistin.

Li gor encamên ku Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ragihandinê, li Şingalê hersê berbijêrên PDKê, qaymeqamê berê yê wê navçeyê Mehma Xelîl 14 hezar û 167 deng, parlametera berê Viyan Dexîl 9 hezar û 294 û Macîd Xelef jî 6 hezar û 667 wergirtin.

Roja Şemiya borî, 02/10/2021, hejmareke şervan û alîgirên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) rê nedabû berbijêrên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehma Xelîl, Viyan Dexîl û Macid Xelef derbasî Şingalê bibin û beşdarî merasîma bangeşeya hilbijartinê ya li Mezargeha Şerfedîn bibin

Fermandarê Hêza Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ji Rûdawê re ragihandibû, “Hemû hevahengî di navbera wê şanda PDKê û hêzên Iraqê de hatibû kirin û hêzên Iraqê jî li gel wê şandê bûn. Lê mixabin, hêzên YBŞ, PKKê bi cilûbergên sivîl û serbazî rê li şanda PDKê girtin û hemû xelkê Êzidî dilgiran in bi wê hewl û rêgiriya PKKê.”

Çavkanî: Rûdaw

Kurdistan Haberleri

PWKyê li Kercewsê li ser mezelê wî welatperwerê kurd Feyyaz Ekmen bibîranî
Mehmet Kaya: Vakifbankê kredî daye qeyûm, nedaye karsazan
Xelatên 1emîn Festîvala Fîlmên Kurdî a Dusseldorfê hatin dayin
HTŞ hêzên xwe li derdora Efrînê bicih dike
3 welatên Ewropayê dê vîzeya Schengenê nedin Tirkiyeyê