Hemza Yûsif jiyana xwe ji dest da

Hunermendê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê Hemza Yûsif doh li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da

Hunermendê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê Hemza Yûsif doh li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.

Hunermend Hemza Yûsif, ji 10 mehan ve di encama celteya mejî ve di rewşeke tundirustî xirab de bû.

Hemza Yûsif doh Şemiyê (17.08.2019), li Kampa Dareşekranê koça dawî kir û cenazeya wî dê ji bo Rojavayê Kurdistanê bê veguhestin.

Hemza Yûsif, yek ji hunermendên bajarê Qamişlo yê navdar bû û roleke mezin di parastin û vejandina folklora Kurdî de dîtibû.

Di dema damezirandina Parlemana Kurdistanê de, sala 1992yan, hunermendê Kurd Hemze Yûsif hefteyekê li taxên Qamişlo şahî gerandin.

Siyaset Haberleri

Wezîrê Pêşmerge: Proseya yekkirina hêzên 70 û 80ê bi serkeftî bi dawî hat
Xelîlur Rehman: Em dê ji bo bilinkirina dengê gelên ku nûnertiya wan li NYyê nîne bixebitin
Netanyahu: Ez naxwazim Tirkiye were başûrê Sûriyeyê
Sebah Numan: Lêkolîn derbarê êrîşa li ser nivîsgeha Serokwezîrê Herêmê berdewam e
Mamoste û xwendekar dixwazin ku waneyên zanistî jî bi Kurdî bin