Hemû endamên Lijneya Rêveberiya Navendî ya CHPê îstifa kirine

.

Civîna Lijneya Rêvebiriya Navendî (MYK) ku bi serokatiya Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu kombûne bi dawî bûye. Piştî civîna ku 4 saet û nîvan dewam kiriye, hemû endamên MYKê îstifa kirine.

Lijneya Rêveberiya Navendî ya CHPê (MYK) bi serokatiya Serokê Giştî Kemal Kiliçdaroglu li navenda giştî civiya ye.

Piştî Hilbijartina Serokomariyê di yekemîn civîna MYKyê ya ku 4,5 saetan dewam kiriye de encamên hilbijartinê hatine nirxandin.

Di civînê de 17 endamên MYKyê bi devkî îstifayên xwe pêşkêş kirine û îstifaya wan ji aliyê Kiliçdaroglû ve hatiye qebûlkirin.

Tê çaverêkirin ku Kiliçdaroglu di rojên pêş de endamên nû yên MYKyê tayîn bike.

Endamên MYKyê yên ku îstifa kirine

Ahmet Akın, Alî Oztunç, Bulent Kuşoglu, Bulent Tezcan, Devrîm Bariş Çelîk, Faîk Oztrak, Fethî Açikêl, Gamze Akkuş Îlgezdî, Gokçe Gokçen, Gulîzar Biçer Karaca, Lale Karabiyik, Oguz Kaan Salici, Selîn Sayek Boke, Seyît Torûn, Veli Ağbaba, Yuksel Taskin.

Aşkere bûye ku Meclîsa Partiyê ya CHPê wê 3yê Hezîranê roja Şemiyê saet di 10.00an de bicive

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Ji Bo Kurd û Kurdistanîyên Cîhanê Mercîîyet e...
PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin