Hemas kuştina serokê hikûmeta xwe li Xezzeyê radigehîne

.

Nivîsîngeha Ragehandinê ya Hikûmeta Kertê Xezzeyê bi parvekirina ragehandinekê kuştina hejmareke berpirsên hikûmeta xwe ji encamê êrîşên artêşa Israîlê li ser wî kertî radigehîne, herwesa kuştina serokê hikûmeta xwe li Xezzeyê tekîd dike.

Di wê ragehandina rojnamevanî ya wê nivîsîngehê de hatiye, “Bi hemî pîverên şanazî û pesnan, em ji cemawer û gelê serbilind ê Filistînê, neteweya me ya Ereb û Îslamî û azadîxwazên cîhanê re radigehînin ku, hejmareke serkirdeyên hikûmetê li kertê Xezzeyê, di nav de jî serkirdeyên bilind, Serokê Hikûmeta Hemasê li Xezzeyê (Serokê Lidûçûna Karên Hikûmetê) Îsam Dealîs, Wekîlê Wezareta Dadê û Fermande û Şêwirmend Ehmed Heta, tevî Wekîlê Wezareta Navxwe ya girêdayî Hemasê Fermande Lîwa Mehmûd Ebû Wetfe û Birêveberê Giştî yê Dezgeha Ewlehiyê ya Navxwe Lîwa Behcet Ebû Sultan di êrîşên serê sibeha îro (Sêşem, 18.03.2025) de tevî endamên malbatên xwe hatin kuştin.”

Herwesa ragehandiye, “Kuştina serkirdeyên serbazî û siyasî Hemasê ji erkên wê yên dînî û niştîmanî sar nake, belkî li ser xizmetkirina gelê Filistînê û berhingarbûna dijminkariyên Israîlê rijdtir dibe heta bi ser dikeve.”

Li dû dawî amarên Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê, ji ber êrîşên serê sibeha îro li kertê Xezzeyê zêdetirî 350 kesan hatine kuştin û zêdetirî hezar kesên din jî birîndar bûne.

Artêşa Israîlê li serê sibeha îro (Sêşem, 18.03.2025) hejmareke êrîşên asmanî kir ser seranserî kertê Xezzeyê, ev jî wekî givaştinekê li ser Hemasê, piştî ku danûstandinên azadkirina revandiyên 07ê Cotmeha 2023ê gehiştine binbestê.

Kurdistan Haberleri

Jiyan Omer: Heta sîstemeke nenavendî neyê avakirin, pirsgirêkên Sûriyeyê çareser nabin
Dana Gas û Crescent Petroleumê 2 milyon dolar dan mexdûrên lehiya Çemçemalê
Erdogan: Pêvajoya Aştiyê bi lez pêşve diçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Ewropayê nexşerêyekê bo pêşvebirina mafên mirovan amade dikin
Barrack: Heta DAÎS bi temamî têk biçe hêzên Amerîka li Sûriyê dimînin