Helîmê Omerî û Azad Bedran hatin berdan

.

Stranbêj û hunermendên Kurd Helîmê Omerî û Azad Bedran bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Roja duşemê hêzên ewlehiyê di çarçoveya lêkolîneke Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, li Amedê bi ser mala hunermendê Kurd Helîmê Omerî de girt û ew desteser kir.

Di heman demê de Azad Bedran jî li Balafirgeha Amedê ji aliyê polîsan ve hatibû desteserkirin.

Tîman hunermendên Kurd ên ku bi hinceta “endamtiya rêxistinê” desteser kiribûn biribûn Stenbolê.

Li gorî zanyariyan îro Azad Bedran û Helîmê Omerî piştî karûbarên îfadeyê yên li dozgeriyê, ber bi Dagdeha Stenbolê ve hatine şandin.

Dadgehê jî biryar daye her du hunermendên Kurd bi şertê kontrola edlî werin berdan.

Kurdistan Haberleri

Piştî lûtkeya NATOyê, biryar li ser çekdanîna PKKê tê dayîn
Senatoya Amerîkayê desthilatên şer ên Trump sînordar kirin
Sekreterê NATOyê: Eger Îran bigihe çekên atomê dê cîhan wêran bibe
CENTCOM: Hêzên me li Rojhilata Navîn di amadebaşiya herî bilind de ne
HRANA: Îranê vê mehê 127 kes îdam kirin