Helebçe û Guernîca dê bibin destexwişk

.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Spanyayê ragihand ku bajarê Helebçeyê yê Herêma Kurdistanê û Guernîca ya Herêma Baskê dê bibin bajarên destxwişk.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Spanyayê herwiha diyar kir ku Dihok jî dê di paşerojê de bi bajarekî Spanyayê re bibe destxwişk.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Spanyayê Darewan Hacî Hemîd li bajarê Guernîcayê bi Şaredarê Guernîcayê Jose Maria re civiya.

Darewan Hacî Hemîd li ser naveroka civînê ji Rûdawê re ragihand ku wan destexwişkiya Helebçe û Guernîcayê gotûbêj kiriye.

Darewan Hacî Hemîd diyar kir ku dê di demeke kurt de amadekarî ji bo destexwişkiya her du bajaran bê kirin û Parêzgarê Helebçeyê jî ji bo Guernîcayê bê vexwendin.

16ê Adara 1988an balafirên şer ên artêşa Îraqê, Helebçe bi çekên kîmyayî bombebaran kir û zêdetirî 5 hezar kes şehîd ketin û bi hezaran kes jî birîndar bûn.

Civîna Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Spanyayê ya bi Şaredarê Guernîcayê Jose Maria re

Guernîca sala 1937an di dema Şerê Navxwe yê Spanyayê de ji aliyê Almanyayê ve hat bombebarankirin lê li gorî Darewan Hacî Hemîd got, “Niha bajar gelekî pêş ketiye.”

Şaredarê Guernîcayê Jose Maria pêşniyar kir ku di 26ê Nîsana 2024an de ku salvegera bombebarana bajarê Guernîcayê ye, girêbesta destexwişkiyê were îmzekirin.

Darewan Hacî Hemîd li ser sûdên destexwişkiya her du bajaran destnîşan kir ku zanîngeh, kompanya, sektora werzişê, çand û hunera her du bajaran dê danûstandinê bikin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Spanyayê ragihand ku di paşerojê de Bilbao yan jî bajarekî din ê Spanyayê dê bibe destexwişkê parêzgeha Dihokê.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin