HELEB - Niştecihên taxên Kurdan di nav wêranî û talanê de vedigerin

.

Şêniyên taxên Kurdan ên Helebê ku ji ber şer koçber bûbûn, di nav wêraniyeke mezin de vedigerin ser malên xwe lê rastî dîmenên talanê tên.

Piştî şerê dijwar, paşmayên topbaranan li Taxa Şêx Meqsûdê bi zelalî diyar in.

Niştecihên taxê hewl didin di nav wêraniyê de jiyana xwe û taxa xwe ji nû ve ava bikin.

"Hemû kelûpelên me hatine talankirin"

Esnafê bi navê Yehiya Sofî behsa rewşa xwe ya dema vegerê kir û got:

"Em di bin gulebaranê de malên terikandin. Dema em vegeriyan, me dît ku dîwar qul bûne û hemû kelûpelên hundirê malên me hatine talankirin."

Rê nayê dayîn ku hemû kes vegerin

Niha Artêşa Ereban a Sûriyeyê hemû kontrola her du Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê girtiye destê xwe.

Lê belê li gorî agahiyan hêzên hikûmetê rê nadin ku hemû niştecihên taxan vegerin malên xwe.

Ji ber şerê dawî, zêdetirî 155 hezar kesan koçber bûne ku piraniya wan Kurd in.

Ew koçber niha li herêmên din ên Helebê û Rojavayê Kurdistanê di rewşeke mirovî ya xirab de dijîn.

Nişteciha Şêx Meqsûdê Meryem Fehedê behsa rojên zehmet kir û got:

"4 roj in xwarin bi dest keça min neketiye û ji tirsa xew neketiye çavên me.

Ti paşeroj û hêviyên me nemane û em nizanin em dê çi bikin."

Taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê bi temamî ketine bin dagirkeriya Şamê.

Ji ber talankirin û wêranbûna binesaziya taxan, piraniya malbatan heta niha jî bê cih û stargeh mane û çarenivîsa niştecihên Kurd ên ku niha koçber in, ne diyar e.

Afrîka Haberleri

Li taxên Kurdan ên Helebê dîsa şer dest pê kir
Sendîkayên kedkarî, malnişînkiriyan û rêkxiravên civakî piştevanî li serîhildana xelkê kirin
UNAMIyê peyama Berhem Salih bi Kurdî belav kir
MÊRDÎN - Gundê Haxê di lîsteya geştyariyê ya cîhanê de ye
Trump piştî lûtkeya dîrokî ya bi Putin re peyam da Zelenskyy