Heleb | Du zarokên Kurd bi teqîna mayînê can dan

.

Hate ragihandin ku di encama teqîna mayînekê de li gundê Ehrezê yê gundewaê Helebê zarokekî 11 salî jiyana xwe ji dest da. Beriya wê jî zarokekî din ê 8salî li heman herêmê ji ber teqîna mayînekî can da.

Li gorî çavkaniyên herêmê, Zarokê Kurd ê bi navê Ehmed Siûd Derwîş ê 11 salî, di encama teqîna mayînekê de birîndar bûbû û îro ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest da. Hate zanîn ku dema zarokê li gund dilîst, mayîneke bermayiya şer teqiya û bi giranî birîndar bû.

Herwiha li wê deverê roja 5 Gulanê jî mayînek teqiyabû û di encamê de zarokê kurd ê bi nave Ridwan Birîmo yê 8 salî jiyana xwe ji dest dabû.

Gundê Ehrezê yek ji gundên Kurdan e li gundewarê Helebê ye û di vê dema dawiyê de ketiye kontrola hêzên Ewlekariya giştî Şamê.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle