Helbestvanê Kurd Hisên Hebeş xelateke cîhanî wergirt

.

Helbestvanê Kurd Hisên Hebeş xelateke Cîhanî ji Yekîtiya Nivîskarên Bosniyayê wergirt.

Roja 30 Gulanê, li paytexta Bosniyayê bajarê Serayêvoyê di dema beşdarbûna xwe di festîvala Rojên Serayêvo yên Helbesta Navdewletî de, helbestvanê Kurd Hisên Hebeş xelata "Bosanski Stecak" a wêjeyî ji Yekîtiya Nivîskarên Bosniyayê wergirt.

Xelata ku buhatirîn xelata wî welatî ye, ji aliyê serokê festîvalê Mayil Stocîtiş ve ji bo helbestvanê Kurd hat radestkirin.

Hebeş di daxuyaniyeke taybet de ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê ragihad, ew wek helbestvanekî Kurd şanaziyê bi wergirtina vê xelata cîhanî dike.

Hisên Hebeş, xelkê bajarokê Şiyê yê Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye.

Hebeş helbestên xwe bi şêweyekî sereke bi zimanê Kurdî dinivîsîne, lê wî hin berhem bi zimanê Erebî jî nivîsandine.

Helbestên wî helbestvanê Kurd bo ser çendîn zimanên cîhanî hatine wergerandin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle