Helbestvanê Kurd Hisên Hebeş li Almanyayê hat xelatkirin

.

Di merasimekê de li Almanyayê, Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê, helbestvanê Kurd Hisên Hebeş xelat kir.

Li bajarê Essen ê Almanyayê, îro di ahengekê de Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê Xelata Hamid Bedirxan pêşkêşî helbetvanê Kurd ê ji Efrînê Hisên Hebeş kir.

Hisên Hebeş helbestên xwe bi şêweyekî sereke bi zimanê Kurdî dinivîsîne, lê wî hin berhem bi zimanê Erebî jî nivîsandine.

Di 30ê Gulana 2022 de Hisên Hebeş ji aliyê ji Yekîtiya Nivîskarên Bosniyayê ve hatibû xelatkirin.

Helbestên wî helbestvanê Kurd bo ser çendîn zimanên cîhanî hatine wergerandin.

Hamid Bedirxan, helbestvanekî Kurd bû, ji bajarokê Şiyê yê ser bi Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bû. Wî bi zimanê Erebî dinivîsand û di 29ê Nîsana 1996an de koça dawî kir.

Ev 27 sal in, di ser koça Hamid Berdixan re derbas dibin.

Hisên Hebeş kî ye?

Hisên Hebeş sala 1970 li gundê Şiyê li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Ji dawiya sala 1996an ve li Almanyayê dijî. Heta niha Hebeş gelek berhem çap kirine wek: Noqbûna di nav gulan de (2002) - Reviyayên di çemê Êvrosê re (2004) -Windabûnên ji bo Selîm Berekat (2009) - Taya Bîhokan (2019) - Darên Sermest (2019), Bêzariya Peykerekî Westiyayî (2021) û gelek berhemên din.

Her wisa Hebeş li ser asta wêje û helbesta cîhanî jî çalak e û di gelek festîvalên navneteweyî yên helbestê de li seranserê cîhanê beşdar bûye û helbestên wî li gelek zimanên dinyayê hatine wergerandin.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’