'Helbestvanê Îranî yê li Manîsayê mirî hat dîtin ji aliyê îstixbarata Îranê ve hat kuştin'

.

Derket holê ku helbestvan Mihemed Şabanî ku li parêzgeha Manîsayê ya Tirkiyê mirî hate dîtin ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye kuştin. Hate diyarkirin ku Serdozgeriya Manîsayê ji dayika Şabanî re ragihandiye ku kurê wê ji aliyê îstixbarata Îranê ve hatiye kuştin.

Derket holê ku helbestvan Mihemed Şabanî ku di 23ê Cotmehê de li Manîsayê hatibû kuştin ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye kuştin.

Li gorî nûçeya Evrenselê, Mehdî Hajatî endamê berê yê encûmenê şaredariya Şîrazê li ser medya civakî parve kir ku Serdozgeriya Manîsayê ji dayîka Şabanî re ragihandiye ku kurê wî ji aliyê îstixbarata Îranê ve hatiye kuştin.

Helbestvan û nivîskarê Îranî Mihemed Şabanî piştî ku li Îranê hatibû girtin û îşkencekirin ji Îranê hatibû Tirkiyê.

Sabanî di 23ê Cotmehê de mirî hatibû dîtin.

Hajatî di twîteke xwe de tekez kir ku helbestvan Mihemed Şabanî ku di 23ê Cotmehê de li Tirkiyê kuştî hat dîtin, ji aliyê rejîma Îranê ve li Tirkiyê hatiye kuştin û gotinên dayîka Şabanî wiha ragihand:

“Tevî ku 50 roj di ser bûyerê re derbas bûye jî dayika Mihemed biryar da ku niha biaxive.

Serdozgeriya Manîsayê ji dayika Mihemed re ragihand ku kurê wî ji aliyê îstixbarata rejîma Îranê ve hatiye kuştin û piştî ku kurê wî bi kêrê hatiye kuştin, di nav betaniyekê de ji avahiyê hatiye avêtin.”

Li aliyê din, servîsa Farisî ya kanala Dengê Amerîka (VOA) û servîsa Farisî ya Independentê jî nûçeya kuştina Şabanî ji aliyê îstixbarata Îranê ve belav kirin.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt