Hejmarek mûşek li Dîlokê ketin.. Kuştî û birîndar hene

.

Li gorî zanyariyan, mûşekek li dibistaneke bajarokê Gilgamişê ket û di encama de ku hejmarek ji ambulansan bo herêmê hatin şandin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiye Suleyman Soylu ragihand, di encama êrîşê de 3 kes hatine kuştin, di wan de mamosteyek û zarokek hene. Her wiha 10 kesên jî birîndar bûn

Hat zanîn jî, mûşekek li kamyonekê ku di rê de bû ketiye, mûşekên din jî li cih û baxçeyên vala ketin.

Ajansa “Anadolu” jî PKK û YPGê bi pêkanîna vê êrîşê tometbar kir û got ku hêzeke mezin a leşkerî bo bajêr hatiye şandin.

Her wiha duhî êvarê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, bi 4 mûşekan êrîş li Deriyê Sînorî yê Oncupinarê yê li parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê hate kirin û di encamê de, 8 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûne.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê got jî, ew mûşek ji aliyê PKK/PYDê ve ji herêma Til Rifatê hatine avêtin.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt