Hejmara qurbaniyên êrîşên Tirkiyeyê li ser Qamişloyê zêde bûn

.

Artêşa Tirkiyê çend sazî û navendên xizmetguzariyê li Qamişlo, Amûde û Kobanê yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin û di encamê de 6 canê xwe jidest da û nêzîk 10 kesên din jî birîndar bûn.

Ji demjimêr 11 sibha îro 25 Berçileya 2023an ve, artêşa Tirkiyeyê bi rêya dronan hejmarek  cih û saziyên li bajarê Qamişlo bombebaran kirin, wek westgeha trênê, navendeke binesaziyê li taxa Enteriyê, çapxaneyek, navendeke pîşesazî li taxa Elaya, kargeha alîkê û cihên din li taxa Meyslûnê.

Li gorî zanyariyan, di ecncama wan êrîşan de, 6 kesan canê xwe jidest dane ku 4 ji wan di êrîşa li ser çapxaneya Sîmav de ne. Herwiha 9 kesên din ên sivîl jî birîndar bûne.

Herweha artêşa Tirkiyê du cih li Kobanê, gundewarê Şêrewa ya Efrînê û holeke şahiyan û kargeha Zeytûnê ya Rohalat li Amûdê û hejmareke cihên din ên Rojavayê Kurdistanê kirin arman.

Ev êrîş di demekê de ye, roja 23ê Berçile jî, firokeyên Tirkiyeyê westegha petrolê ya Seîdê û zeviya Ewdayê li Tirbesipiyê û navenda elektirîkê ya gundê Bane Şikeftê li Dêrikê bombebaran kiribûn.

Di wê derbarê de, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê belav kiribû, firokeyên Tirkiyeyê şeva 23ê Berçile 29 çeperên PKKê û YPGê li Başûr û Rojavayê bombebaran kirin.

Wezaretê dabû xuyakirin, ev êrîş ji bo tolhildana 12 leşkerên wan e ku di dema dawî de di şer û pevçûnên ligel PKKê de hatibûn kuştin.

K24

Kurdistan Haberleri

Berpirsê PWK Orhan Kaya Li Dihokê seredana PDKê kir
Mustafa Özçelîk: Me hevdîtineke berhemdar bi rêzdar Kemal Burkay re pêk anî
Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin