Hejmara qurbaniyên erdheja Mereşê 35 hezar kes derbas kir

.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, di erdhejên Mereşê de 35 hezar û 418 kesan canê xwe ji dest dane.

Bi Serokatiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Encûmena Wezîran li navenda Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) civiya.

Erdogan got: "Erdhejeyên ku hejmara paşhejên wê gihîşt 3 hezar û 170î, li parêzgehên me yên ku 13 milyon kes lê dijîn bû sedema wêraniyeke mezin."

Her wiha got: “Bandora wêrankirina erdhejê li qadeke 500 kîlometreyî belav bû. Di van erdhejan de enerjiya bi sedan bombeyên atomî yên herî bi hêz derket. Erdhejên Mereşê bi mezinahî û wêranbûna xwe wekî bûyereke xwezayî ya awarte tê dîtin.”

Da zanîn jî, heta niha 35 hezar û 418 welatiyan di erdhejê de canê xwe ji dest dane û 105 hezar û 505 kes birîndar in.

Ji aliyê din ve Erdogan got, "Piştî ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bibin em ê pêvajoya rakirina paşmayan bileztir bikin."

Got jî: “Her xaniyek ku ji bo jiyandinê nebe, em ê ji nû ve ava bikin û radestî xwediyên wan bikin.”

Kurdistan Haberleri

Medvedev: Biryara Trump ya testa nuklerî dê bandorê li ser Rûsya bike
Îlham Ehmed: Ji bo Sûriyeyê sîstemeke nenavendî û demokratîk pêwîst e
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe
UNESCO gundekî Hewramanê ji bo lîsteya "Baştirîn Gundê Geştyariyê" pêşniyar dike
Kallas: Tirkiye hê jî aktorekî herêmî ye