Hejmara qurbaniyên erdheja Bakur û Tirkiyê gihîşt 29 hezar û 605 kesan

.

AFADê ragihand, heta demjimêr 15:55 a 12ê Sibatê, hejmara welatiyên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane, gihîştiye 29 hezar û 605 kesan.

AFADê ragihand, heta demjimêr 15:55 a 12ê Sibatê, hejmara welatiyên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane, gihîştiye 29 hezar û 605 kesan.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) eşkere kir, heta demjimêr 15:55 a 12ê Sibatê, hejmara welatiyên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane, gihîştiye 29 hezar û 605 kesan.

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix  û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn.

Ji ber Erdhejê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojavayê Sûriyê jî hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û li gorî amarên ne fermî jî, zêdetir ji hezar kesî canê xwe ji dest dane.

Heta niha 76 welatan amadebûna xwe ji bo şandina tîmên alîkariyê bo mexdûran nîşan dane û zêdetirî 3 hezar kes jî bo alîkariya mexdûran gihîştine Tirkiyê.

Di vê navberê de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li herêmên erdhej lê rû dane, ji bo 3 mehan Rewşa Awarte ragihandiye.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle