Hejmara qurbaniyên erdheja Bakur û Tirkiyê gihîşt 17 hezar û 407 kesan

.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand, hejmara welatiyên ku di erdheja Mereşê de canê xwe ji dest dane, gihîşt 17 hezar û 406 kesan.

Fahrettin Koca derbarê hejmara qurbaniyên erdhejê de, eşkere kir ku 17 hezar û 406 kesan canê xwe ji dest dane û 71 hezar û 806 kes jî birîndar bûne.

Sibeha 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix  û Elbîstanê yên Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn.

Ji ber Erdhejê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojavayê Sûriyê jî hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û li gorî amarên ne fermî jî, zêdetir ji hezar kesî canê xwe ji dest dane.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle