Hejmara nû ya Kovara Derûnnasiyê 'Psychology Kurdî' derket

.

Hejmara 16an a kovara  “Psychology Kurdî”yê derketiye. Di vê hejmarê de li ser mijara “Derûnnasiya klînîkî û erdhejê” dosyayek hatiye amadekirin.

Di nivîsên vê dosyayê de li ser bandora erdhejên 6ê Sibatê hene ku li Mereşê pêk hatibûn û bandor li çendîn bajarên Tirkiyeyê, Rojava û Sûriyeyê kiribûn.

Di vê dosyayê de nivîsên Erdogan Ozman, Azad Dildar, Jan Îlhan Kizilhan, Mesût Ûmar, Gulperî Gunduz, Sehra Aksûyê û hevpeyvîneke bi Okan Taycanî re hene.

Her weha çendîn nivîs jî derbarê “derûnnasiya klînîkî” de ne.

“Psychology Kurdî” her ji çar mehan carekê derdikeve û li ser malpera avestakitap.com û pirtukakurdi.com ê tê firotin

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle