Hejmara mirîyên nexweşîya Koronayê gihîşt 563 kesan

Nêzîkî hezar û 200 kesên nexweş jî baş bûne

Navenda Nûçeyan- Hejmara kesên ku ji ber nexweşîya Koronayê canê xwe ji dest dane, gihîşt 563 kesan.

Roj bi roj hejmara mirî û berkeftîyên nexweşîya Koronayê li Çînê û cîhanê zêde dibe.

Li gorî amarên dawî, hejmara kesên ku li Çînê û cîhanê canê xwe ji dest dane gihîştîye 563 kesan û zêdetirî 28 hezar kes jî pê ketine.

Duhî hikûmeta Çînê ragihand, hezar û 190 kesên ku bi nexweşîya Koronayê ketibûn, baş bûne û ji nexweşxanê hatine derxistin.

Basnews

 

 

Asya Haberleri

Îsraîlê haydariya valakirina 20 bajar û gundên li başûrê Libnanê da
Putin diçe Çînê: Bazirganî û hevkariya stratejîk di rojevê de ne
ŞERÊ ÎRANÊ - Êrişên li Rojhilatê Kurdistanê berfirehtir bûn
Li Washingtonê panelek li pêşeroja Sûriyeyê: Divê Kurd bibin beşek ji çareseriyê
Christoph de Vries: Em hemû kanalên xwe yên diyalogê ji bo Kurdan bi kar tînin