Hejmara Mirinên ji Erdhejên li Sûrîye û Tirkîyê Digiheje Nêzî 50 Hezarî

.

Ajansa Reuters ragihand ku hejmara mirinên ji erdhejên li Sûrîye û Tirkîyê digiheje nêzî 50 hezarî ku 43,556 ji wan li Tirkîyê ne.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu got ku wan li herêmên erdhejê heta niha 313,000 kon vedane û avakirina 100,000 xanîyên konteynir jî didomin.

Soylu di erdhejan de pirtir ji 600,000 avahî û 150,000 cîhên bazirganî jî zarar dîtine.

"Emê bajarên xwe li cîhên rast ava bikin ku zarokên me li bajarên hêzdartir bijîn. Em dizanin ku em di testeke çawa derbaz dikin û emê bi awayekî xurttir ji vê rewşê derkevin,” Soylu got.

Wî bi berdewamî got ku lêpirsîna wan ya dijî kes û kompanîyên avahîsaz diome û heta niha navên 564 berguman hatine dîyar kirin û dijî 160 kesan dozen bi fermi doz hatine vekirin.

Kurdistan Haberleri

Fraksiyonên Kurdistanî: Êrişên li ser Herêma Kurdistanê şiyana dewletê dixin bin gumanê
Şerê li Rojhilatê Kurdistanê gurtir dibe, Pasdar ji hinek baregehan vekişiyan
KERKÛK - Heşdî Şebî hat bombebarankirin, kuştî û birîndar hene
ROJAVA - Amerîkayê hêzên nû şandin Qesrikê
ENKS di salvegera Serhildana 12ê Adarê de: Divê doza Kurd bi diyalog û danûstandinê were çareserkirin