Hejmara kuştiyên Îsraîlê derket 8an

.

Îranê doh êvarî jî bi tundî Îsraîl mûşekbaran kir, di êrişên Îranê de hejmara kuştiyên Îsraîlê derketiye 8an.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Navxwe ya Îsraîlê, di êrişên doh êvarî yên Îranê de li bajarê Heyfayê ya bakurê Îsraîlê ji binê xerabiyan termên 3 kesan hatin derxistin.

Di êrişên Îranê yên bi mûşekan pêk anî de hejmara kuştiyan li Îsraîlê derket 8an.

Rayedarên Îsraîlî ragihandibûn ku li Petah Tikva ya nêzîkî Tel Evîvê 4 kes û li bajarê Bnei Brakê jî 1 kes hatiye kuştin.

Şerê Îran û Îsraîlê ji berbanga roja înê ve berdewam dike û Îran bi taybetî fermandar û zanayên atomî yên Îranê dike armanca êrişên xwe.

Li aliyê din Îran jî mûşekên balîstik bi ser serê Îsraîlê de dibarîne.

Li gorî amarên fermî ji ber şerê her du welatan heta niha li Îranê 224 kes hatine kuştin û li Îsraîlê jî 24 kes hatine kuştin.

Êrişên her du welatan berdewam dikin.

Kurdistan Haberleri

Saziyên sivîl yên jinan alîkariyê bo jinên Rojavayê Kurdistanê dişînin
Trump: Operasyona bejahî ne di hişê min de ye
Îranê gef li Herêma Kurdistanê xwar: Em dê li hemû saziyan bidin
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî: Ji ber êrişeke terorîstî hilberîna petrolê ya HKNyê rawestiya
Komeke Berxwedana Îslamî berpirsiyariya êrişên li Dihok û Hewlêrê li xwe girt