Hejmara kuştina welatiyên Sûrî yên li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatin belavkirin

.

 Ji destpêka 2018yan ve heta 4ê Gulana 2023yan, hejmara welatiyên sivîl ku bi guleyên leşkerên Tirkiyê hatine kuştin, gihiştiye 559 kesan, ji wan 103 zarok û 67 jin bûn.

Navenda Belgekirina Bipêkirinên Li Bakurê Sûriyê amarên kuştin û birîndarkirina welatiyên Sûriyê li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve belav kir.

Hejmara birîndaran jî gihiştiye 3 hezar û 27 kesan ku hewl dabûn ji ber şerê li Sûriyê, sînorê Tirkiyê derbas bikin, yan jî nişteciyên gundên sînorî bûn, yan jî kar li nav zeviyên xwe yên çandiniyê li navçeyên sînorî dikir.

Ji destpêka sala 2023yan ve, leşkerên Tirkiyê li ser sînorê xwe ligel Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, 16 kes kuştine û 88 kes jî birîndar kirine.

Sala 2022yan, leşkerên Tirkiyê li ser heman sînorî 46 koçber, di nav wan de, 5 zarok û 2 jin hebûn, kuştibûn.

Wiha jî 906 welatiyên sivîl birîndar kiribûn, di nav wan de 36 zarok û 40 jin hebûn.

Tê zanîn ku Tirkiyê, bi dirêjiya sînorê xwe û Sûriyê, dîwarek bi dirêjiya 911 kîlometreyan ava kiriye.

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan