Hejmara 30î ya “Dilop”ê derketiye

.

Di vê hejmarê de çend nivîsên derbarê erdhejên 6ê Sibatê de hene ku rojnameger Sedat Yilmazê demeke berê hate girtin yek ji wan nivîsiye.

Hejmara 30î ya Kovara Dilopê derketiye. Di vê hejmarê de mijara sereke erdhej û hilbijartin e.

Kovara ku du mehan carekê derdikeve û bi tirkî û kurdî weşanê dike, ev mijar bi sernavê “Deprem siyaset hilbijartin – Derbarê wêranbûn û jinûve sazkirinê de…” amade kiriye.

Di vê hejmarê de Ozkan Zulfîkar, Bîlge Seçkîn Çetînkaya, Sedat Yilmaz, Vecdî Erbayî derbarê erdhejên 6ê Sibatê de bi tirkî nivîsine.

Her weha Serpîl Îlgunê derbarê erdhejê de bi Prof. Dr. Hatîce Karakûşê re û disa bi Dr. Zafer Yorukî re, Bulent Ûlûsî jî bi Fotî Benlîsoyî derbarê erdhej û encamên wê de axivîne.

Ji bilî yên bi tirkî Memed Xetîb Etmankî bi kurdî nivîsek, Welat Dilkenî û Firat Keklîk jî her yekî helbestek li ser erdhejan nivîsandiye.

Di hejmara 30î de wêneyekî ku Fewzî Bîlgeyî derbarê erdhejan de xêz kiriye, hatiye bikaranîn.

Ji bilî van nivîsan her weha Cemîl Ogûzî, derbarê fîlmê Aram Dildarî yê bi navê “Navnîşan”ê de bi kurdî nivîsiye. 

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan