Hefteyek e 81 Şingalî di navbera Tirkiye û Yûnanê de asê mane

.

81 welatiyên Şingalî di riya diçûna ber bi Ewropayê ve, ji aliyê qaçaxçiyekî ve hatine xapandin û li giraveke di navbera Tirkiye û Yûnanê de hatin hiştin.

Li gor girtevîdyoyekê ku welatiyekî ji K24ê re şandiye dibêje, 28 mêr, 28 jin û 25 zarok ku hinek ji wan pitik in, ev 6 roj in li giraveke navbera Tirkiye û Yûnan de asê mane.

Di vîdeoyê de welatî bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku alîkariya wan bikin, ji ber ku xwarin û vexwarina wan kêm bûye û hinek ji wan rewşa tenduristiya wan nebaş e û nexweşiyên wan hene û ti çareseriyeke bijîşkî ji wan re nayê kirin.

Li gor zanyariyên K24ê, ev welatî êzdî ne û berê li Şingalê bûn, ji ber rewşa wan a nebaş li wê deverê, ji encama dagîrkirina DAIŞê û ji ber ku hikûmeta Iraqê navçeyên wan asayî û avadan nekirine, hewl dane bi rêya Tirkiyê xwe bigihînin welatekî Ewropayê û daxwaza penaberiyê bikin, lê ji aliyê qaçaxçiyekî ve hatin xapandin û li giravekê di navbera Tirkiye û Yûnanê de hatin hiştin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle