HDP dest bi hevdîtinan li gel partiyên opozîsyonê dike

.

 Li Tirkiyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji  bo nexşerêya hilbijartineke pêşwext diyar bikin û pêşniyarên xwe raberî partiyên opozîsyonê bikin, dest bi hevdîtinên li gel partyên opozîsyonê dike.

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar di komcivîna partiya xwe de bang li partiyên opozîsyona Tirkiyê kir û got, li pêşiya wan hilbijartinek heye lê belê ew nizanên dê çi çax ev hilbijartin pêk bê. Ji ber vê çendê hevserokên HDPê  Mithat Sancar û Pervîn Buldan 22ê Berfanbarê serdana partiya oldar Saadetê dikin  û hefteya bê jî ew ê serdana Partiya DEVA, partiya Gelecek û CHPê bikin û ew ê pêşniyarêzn xwe yên derbarê hilnijartineke pêşwext de raber bikin.

Herwiha çend roj beriya niha jî Hevserokê HDPê Mîthat Sancat bi daxuyaniyeke çapemeniyê bang li hemû partiyên muxalefetê kiribû ku pêşniyaznameyeke hevpar raberî parlementoya Tirkiyê bikin, da ku hilbijartineke pêşwext bê kirin

Kurdistan Haberleri

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin
Almanyayê daxwaznameya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê qebûl kir
Çar baregehên Heşda Şeibî bi dronan hatin armancgirtin