Hawar û 15ê Gulanê - Mehmet Can AZBAY *

.

Mêvanên Qedirbilind

Dost û hevalên hêja

Em bi germaya deng û awazên zimanê kurdî bixêrhatina we dikin.

Hûn bixêr hatin!

Em dibêjin, bi hemû zarava û alfabeyên xwe ve, zimanê kurdî hebûn û rûmeta me ye. Em bi vê hişmendîyê îro li vir, di derbarê kovara Hawarê de dixwazin sohbet bikin.

Kovara Hawarê di 15ê Gulana 1932yê de bi alfabeya latinî ya kurdî dest bi weşana xwe kir. Ev di dîroka rojnamegerîya kurdî de rojeke girîng e. Em salvegera derketina Kovara hawarê ya 94emîn pîroz dikin.

Dîrok daye îspatkirin ku ziman ji bo miletekî ne tenê peyv in, lê belê  sembola zîndîbûn û hebûna wî miletî ye. Dema ku zimanek tê qedexekirin an jî tê lawazkirin, têkilîya mirov bi dirok û çanda wî re diqete. Di têkoşînên neteweyî de ziman “kela herî dawî” ye. Heta ku zimanek zindî be, potansîyela wê neteweyê heye ku ji nû ve vegere ser bingeha xwe. Ji ber vê yekê, êrîşên îdeolojîk herî pêşî li ser zimên tên kirin. Ji bo em rewşa îro baş binirxînin û jê sûd verbigrin, divê di derbarê pêvajoyên derbasbûyî de xwedî zanyarî bin. 

Kovara Hawarê, 15ê Gulana 1932an, li Şamê di pêşengiya zimannasê kurd  mîr Celadet Elî Bedirxan de hatiye derxistin. Kovarek wêjeyî û rewşenbîrî ya Kurdî ye. Di şert û mercên dijwar de, bi tîpên latînî dest bi weşana xwe kirîye. Hawar, di pêşveçûn û standartkirina alfabeya Latînî ya kurdî de xwedî cihekî taybet e!

kovara Hawarê weke kovara wêjeyî ya kurdî, di navbera salên 1932 û 1943 an de  weşana xwe domandî y û bi tevahî 57 hejmar di nav arşîva kurdî de cîh girtîye. Kovara Hawarê, wekî bernama weşanê mehê du caran plan kirîye çap bibe, lê ji ber zext û problemên aborîyê ev bername pirî caran rastî kelêmên asê hatîye.

Kovara Hawarê ku di dîroka weşangeriya kurdî de xwedî cihekî girîng e, bi rol û rêbaza xwe bandorek erênî li zimanê kurdî kirîye. Hawar di wêje û mijara zimanî de bûye şopek an ekolek nû. Mîr Celadet, di hejmara pêşîn û di rêzên pêşîn de, armanca xwe wiha îfade dike:

“Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwenasîn e. Xwenasîn, ji me re rêya felat û xweşiyê ye.”

Di kovarê de bi giranî mijarên cuda cîh girtîne: Mijarên wêjeyî, polîtîk, çîrok, helbest û lêkolînên li ser ziman hatine weşandin. Hemû hejmarên Kovara HAWARê yên ku hatine berhevkirin ji alîyê weşanxanên Kurd ve hatine çapkirin. Îro ev arşiv li benda lêlokîner û xwendevanê xwe ye.

Em dizanin ku nivîskarên Hawarê hinek jê, di edebiyata Kurdî de xwedî ked û cîhên taybetin. Nivîskarên kovara Hawarê hinek jê ev in: Celadet Elî Bedirxan, Kamiran Alî Bedirxan, Dr. Nûredîn Zaza, Bedir Xan,  Osman Sebrî,   QedrîcanCegerxwînMistefa BotîEhmed Namî, Hesen HişyarBişarê NêrwanReşîd Kurd, Goram, Tewfîq Wehbî,  Evdilxaliq EsîrîŞakir FetahHevîndê SorîPîrotLawekî Kurd û hwd.

Di kovara Hawarê de, di derbarê dîroka kurd û kurdistanê de, di derbarê zimanê kurdî de gelek nivîsên bi tîpên latînî hatine nivîsandin cîh digirin. Celadet Elî Bedirxan bi rêya kovara Hawarê, ji bo pêşveçûn û standartkirina zimanê kurdî kedek taybet nişan daye. Ji ber wê yekê îro rojeva me, Kovara HAWAR ê, kêd û xebatên Mîr Celadet Alî Bedirxan  û rewşa zimanê Kurdî ya li Bakurê Kurdistanê ye.

Ez dixwazim weke têbinîyek bibêjim: Cara pêşîn kesên ku li ser elfabeya latînî ya kurdî kar û xebat kirîye Xelîl Xeyalî ye. Di sala 1928an de Erebê Şemo- Îshak Marogûlov elfabeyek kurdî ya bi tîpên latînî amade dikin. Lê bêgûman yê elfabeya latînî ya kurdî nûjen û tekûzkirîye Mîr Celadet e ku em îro di nîvîsandina kurdî ya bi têpên latînî de wê elfabeyê bingeh digrin û bi kar tînin.

Di van salên dawî de mijara ziman, tenê di rojên dîyarkirî de, bi wate û girîngîya xwe ya taybet dikeve rojeva civakê. Lê mixabin ji demekê şûnda tê jibîrkirin. Em baş zanin ku ziman di bingeha xwe de dîroka “şerê hebûn û tunebûnê” yê miletekî ye. Ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye; ziman, hafizeya dîrokî ya milî ye, ziman, nasname û ruhê neteweyî ye. Ziman, sembola hebûn û rûmetê ye. Ziman bîra neteweyî ye. Zimanê kurdî ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve wekî zimanê “gundîtiyê”, “paşvemayînê” û “nexwendinê” hate nîşandan; Tirkî jî wek zimanê “medenîyeta modern”, “serkeftinê”, “evînê” û “bajarîyê” hate pênase kirin. Ji ber ku helwestên rêxistinî û neteweyî lawaz bûn, pêlên asîmlasyonê encam bidest xist.

Gava em vebigerin ser dîroka xwe ya nêzîk, emê bibinin ku rewşa heyî di çi astê deye:

Em dizanin berê  wargehên asîmilasyonê qişlayên leşkerî û dibistan bûn, lê bi rêya televîzyonan, medyaya civakî û amûrên dîjîtal asîmilasyon zêdetir ket nava malbatê û di odeya rûniştinê de bi cîh bû. Ev jî bandoreke psîkolojîk û negatîf li ser jin û zarokan kir û dike. Ev rastîya hanê derizandinek kûr di malbat û civaka kurd de vekir; pira di navbera nivşan de hilweşand!

Di demsalên 1970 an de pêşeng û kadroyên wê demê, cîwan û bê tecrube bûn. Pêşengên tevgerên rêxistinî û ciwanan li dibistanên dewletê mezin dibûn û zimanê teorîk yên desthilatdar Tirkî bû, çavkanîyên hînbûnê û perwerdehiya wan li gorî pergala perwerdeyî ya fermî bû. Di destpêkê de bi plansazîyek kûr, cîwanên Kurd yên li zanîngehan li ser rêgehên “çep û rast” ji hev hatin dûrxistin û rê li ber rêgeha niştimanperwerîyê hat asêkirin. Nakokîyên îdeolojîk û yên rojane, rê li ber hişmendî û hişyarbûna hestên neteweyî asê kir. Bi dehan partî û rêxistinên wê pêvajoyê, ji dêvila stratejîyek milî derxin pêş û bimeşin, mixabin li ser xeta îdeolojîk xwe bi rêxistin kirin. Bi şêweyekî bûn alîgirê şerê nakokîyên îdeolojîk. Ev rewşa hanê bandorek negatif li ser tevgera neteweyî kir. Bingeha neteweyî di bin atmosfera îdeolojîk de lawaz ma. 

Di wê pêvajoyê de termînolojiya ragihandinê, gengeşî û diyalogên demê, xwendin û îfadekirina fikir û ramanên rojev dadigirt bi giranî bi Tirkî bûn. Ji ber ku kadroyên pêşeng ên berê di nav çepê Tirkan de cîh girtibûn, têkilî û pêwendîyên wan bi navendên fikrî yên Tirkî re hêsantir bû. Lewra rejima Kemalist medrese û xwendina kurdî qedexe kiribû û xistbûn bin zextên dijwar. Di termolojîya Kemalîzmê de, ev medreseyên hanê, weke wargehên paşverû dihat îfadekirin. Ji ber sedemên bi vî rengî û tunebûna kevneşopîyek rêxistinî, ziman û ferhenga siyasî ya Kurdî di bin zextê desthilatdaran de mabû û nedihat pêşxistin. Ev rewş bû sedem ku Tirkî di qada siyasî de bibe “zimanê yekem an jî zimanê desthilatdar”. Mixabin û sed carî mixabin ev jî, rê li ber asîmilasyoneke nû ya di nav bayê “şoreşê” de vekir û rêxistinên entegrasyonê bi hêz kir. Îro, em dibînin ku ew “şoreşgerên” do bi sîya xwe re şer dikirin, niha bûne notervanên rejîmê û bi şêweyekî xwebexş ketine nav hewldanên “entegrasyona demokratik” û bi” derewên demokratik” rojevê tayin dikin. Dîrokê beravajî nişan didin û rojeva xwe li ser civakê ferz dikin.

Bi hatina darbeya leşkerî ya 12 Îlonê (1980) pêvajoyek nû destpê kir. Projeyên asîmîlasyon û pêşîlêgirtina nifûsê miletê kurd xistin jiyanê. Li gorî bernameyên amade kirin, li dijî tevgerên sîyasî, êl û civaka Kurd, êrîşên hovane meşandin. Dewleta Tirk bingeha siyaseta xwe ya qirkirinê li ser alozîyên tund, bi îşkence û qetlîaman da meşandin. Ev sîyaset li seranserê Kurdistanê û bi taybetî di laboratuvara 5 nolîyê de (Zîndana Amedê) destpêkir û gav bi gav pêşve bir û civaka Kurd dîl girt. 

Siyaseta dîlbûnê û dûrişmên “Tirkî bipeyive, pir bipeyive” (Türkçe konuş, çok konuş) bi xwîna welatparêzên Kurd li ser dîwaran hat nivisandin. Ev siyaset ne tenê bi dirûşmên nijadperestî pêk dihat; di heman qadên jiyanê de bi hemû alavên kuştin û îşkencan domkir. Qedexekirina zimanê Kurdî, di qada giştî û di girtîgehan de, bi taybetî li Amedê wekî amûreke îşkencê hat bikaranîn. Ev sîyaseta dewleta Tirk, bi tundiyeke giran tirs xist dilê civatê. Dayik û bavan, ji bo ku zarokên wan li dibistanan neyên îşkencekirin û wekî “hemwelatîyek baş” bên dîtin, bi destê xwe zarokên xwe ber bi Tirkî (bişavtinê) ve birin. Ev tirsa civakî rê li ber “asîmilasyona xwebexş” vekir û ji ber wê tirsê, derbeke giran li zimanê Kurdî xist.

Heke em bêjin kiryarên darbeya 12’ê Îlonê alavên “şerê hişk” bû, em dikarin bejin çand û rêzefîlmên Tirkî jî, alavên “şerê nerm” bû. Ji salên 1980’î şûn de,  rejim bi ziman û çanda xwe  bi rêya televizyon û bi bernameyên taybet, projeyên asîmlasyonê li ser civakê ferz kir. Siyaseta “Haydê qizlar okula”! Jibo jina entegreyî dewletê bike, maaşek bi navê “Şartli nakit (para) transferi” dan jina. Mal bi mal gerîyan, derman û alavên kontrola zanê dan jinên kurd. Heta li gelek nexweşxaneyan bê hayê jinên kurd, jibo zaroka neynin, malzarokên wan hat dirûtin. Bi rîya video û fîlmên taybet beşdarî hundirê malan bû. Zimanê Tirkî weke amûrek “jiyana modern” pênase kirin û bi rîya rêzefîlm û bernameyên taybet di nav malbatê de cazîbeyek Tirkî pêşkêşî civakê kirin. Rêzefilmên ku bi sanaryoyên civata kurd hov, ehmaq û nezan rêdide, nav û cil kurdî, lê ziman bi tirkî çêkirin. 

Vê projeya asîmlasyonê di nav civakê de rê li ber paradoks û trajedîyên ecêb vekir. Yek ji wan trajedîyan jê jî, ew e ku dayikên ku do bi tirkî nizanîbûn, zarokên bi kurdî nizanin mezin kirin! Bersîva vê pirsê girîng e! Çawa bû ku ew dayikên ku yek peyva tirkî nizanîbûn, rê li ber nivşekî ku dibêjin “anliyam ama konuşamıyam” vekirin. Gelo di vê rewşa xerab de bandora zimanê sîyaseta îro di nav kurdan de desthilatdar e, çiqas xwedî par û berpirsîyar e? Di bin navê ‘’kurdîtîyê’’ de zimanê tirkî û siyaseta entgrasyonê, tesîrek çewa li ser civakê kir? Ev ji pêncî salî zêdetir e ku sîyaseta desthilatdar, zimanê propaganda û ajîtasyonê, zimanê xwendin û perwerdeya navxwoyî, zimanê diyalog û pêywendîyên navxwe, bi zimanê tirkî meşand û weke zimanê bingehîn tirkî bikar anî. Ev jî ji bo hişmendîya neteweyî xeterîyek mezin e!  

Îro ew zarokên ku bi kurdî nizanin, nikarin bi bapîr û dapîrên xwe re sohbet bikin. Ev yek dibe sedem ku zarok ji stran, henek, çîrok, metelok û bîra malbatê, ji bîra çand û hunera civakê bêpar bimîne. Ev jî rê li ber dûrbûyina ji malbat û civakê hêsantir dike. Encama vê hişmendîyê nivşekî “nîvco” derdixe holê.  Ev nivşê  ku “di navberê de mayî” di warê ziman, çand û dîrokê de li ser pirê asê bûye. Ev rastîya “nîvco”, wêneyekî ku mirov bêje, ne ev e, ne jî ev e derdixe holê!

Asîmlasyon li vir ne tenê guhertina zimên e, pûçkirina karaktera kesayetî, hilweşandina sosyolojîya civakê û tunekirina miletekî ye. Siyaseta dewletê ya tunekirinê, bi armanca “yek ziman, yek netewe” hatîye plankirin û bi rêya sîstema perwerdehîyê, têkilîyên aborîyê û zextên medyayê dimeşe. Ev pergala dagirkerîyê, zimanê kurdî xistîye navbera çerxa qedexekirinê û digivêşe. Siyaseta kurd, tevî hemû kêmasî û lawazbûna xwe jî li dijî pergala asîmlasyon û dagirkerîyê têdikoşe. Di asta ramanî de li dijî vê derdikeve û di asta pratîk de di nav hewldanekê de ye. Awantajên têknolojîyê, hêsankarina gihîştina zanyarîyê û dinyaya dijîtal dîwarên qedexeyan hildiweşîne. Ev bayê hanê nîşana berxwedana zimanê kurdî ye. Ev jî bandorekê li ser sîyaseta kurdî ya desthilatdar dike ku êdî girîngî bidin zimanê kurdî. Lê rastîyek heye, hê jî di mîtîng û konferansan de zêdetir zimanê tirkî bi kar tînin, ev jî rê li ber avakirina alternatîfeke xurt asê dike.

Ked û xebatên Mîr Celadet Bedîrxan û Rojnameya HAWARê di dîroka zimanê kurdî de xwedî cîhekî girînge. Em dizanin ku ekola Hawarê di dîroka modern a kurdî de ne tenê weke kovarekê, lê di warê zimanî, çandî û neteweyî de rêbazeke nû ye. Di bin serpereştîya Mîr Celadet Alî Bedirxan de ev ekol dest pê kir û di dibistana HAWARê de bingeha xwe xurt kir.

Mîr Celadet wekî mamosteyê alfabeya kurdî ya latînî tê naskirin. Mîr Celadet xwest bi alfabeya latinî di navbera zimanê kurdî û zimanên ku alfabeya latînî bikar tînin pireke xurt ava bike û bi rênivîseke fonetik û hêsan pêşkêşî civakê bike. Ekola Hawarê her çend bi giranî li ser zaravayê kurmancî bisekine jî, armanca wê ya sereke yekîtîya zimanê kurdî bû.

Îro, têkoşîna ji bo zimanê kurdî, têkoşîna ji bo rûmeta mirovahîyê ye. Vegera ser zimanê dayikê, ne tenê vegera ser peyvan e; vegera ser nasname, malbat û civaka xwe ye. Heta ku kurdî nebe zimanê perwerdehîyê û jîyana rojane, metirsîya asîmilasyonê dê her hebe. Şîyarbûna nivşên nû û xwedîlêderketina li ziman, mifteya yekem a rizgarîya çandî û neteweyî ye. Ji ber wê yekê bê tirs, bê westan û bê rawestin divê zimanê kurdî di jîyana me de bibe zimanê yekem, zimanê desthilatdar û zimanê jîyanê… 

HAWAR, RONAHÎ, ROJÎ KURD û her wekî din hemû kovar û rojnameyên kurdî ji bo şopînerên rojnameya KURDISTANê çavkanîyên esasî ne! Em 15 GULANÊ weke destpêka Rojnameya Hawar ê pênase dikin û li kêd û xebatên ekola HAWARê xwedî derdikevin. Ked û hişmendîya Mîr Celadet Bedîrxan di warê zimanê kurdî de gelek girînge! Em hemû çalakîyên 15 GULANê weke bang û berdewamîya keda Mîr Celaddet û şopînerên wî dinîrxînin û bi rêzdarî dişopînin.

Em çawa ku li ked û berhemên kurdî yên bi alfabeya latînî hatine nivîsandin xwedî derikevin, helbete ku em li hemû ked û berhemên ku bi alfabeyên erebî û kirîlî û alfabeya Mizheva Reş jî xwedî derdikevin.Em hemû xebatên bi hemû zaravayên kurdî û bi  alfabeyên cuda hatine nivîsandin wek nirxên zimanê kurdî pênase dikin.

Belê Kovara Hawarê di roja 15ê Gulana 1932yê bi tîpên latinî bi kurdî dest bi weşana xwe kir. Bi minasebeta 94emîn salvegera derketina Kovara Hawarê em dixwazin careke din jî bangî gelê xwe yê li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê dijîn bikin:

Her kurdekî ku bi kurdî (kurmancî, kirmanckî/zazakî) nizane, divê kurdî fêr bibe. Her malbateke kurdan divê zarokên xwe fêrî kurdî bikin; divê di nav mala xwe û di her beşên jîyanê de zimanê me yê esasî kurdî be, em bi kurdî biaxivin.

Divê xebateke berfireh bê meşandin da ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeya bi zimanê kurdî bê qebûl kirin û di qanûna bingehîn û hemû yasayên peywendîdar de ev maf bêne garantî kirin.

Divê hemû şaredarîyên li Kurdistanê li gel tirkî, kurdî (kurmancî, kirdkî/zazakî) wek zimanê fermî yê şaredarîyê bikar bînin. Kreşên zarokan ên bi kurdî û dibistanên bi kurdî vekin.Hemû partiyên sîyasî, dezgehên sivîl û meslekî yên li Kurdistanê jî ji bo bicîh anîna axaftin û fêrbûna zimanê Kurdî, divê seferber bibin da ku amûr û îmkanên pêwîst bêne ava kirin.

Bi vê bîr û hişmendîya neteweyî em dibêjin divê her malbat, her kolan, her bajar û her qadên jiyanê bibe dibîstana zimanê kurdî. Ji bo wê jî pêwîste ku em bi hişmendîya tifaq û hevkarîyên milî tevbigerin, têbikoşîn û alaya serkeftinê bi hevre hildin.

Ji bo sebir û gohdarîya we em cardin spas dikin. 

17.05. 2026 

Mehmet Can AZBAY

 

Kurdistan Haberleri

Li Qoserê Çalakvanên Hatibûn Desteserkirin Bi Kurdî Îfadeya Xwe Dan
Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê pîrozbahî li Elî Zeydî kir
Çîn: Em dixwazin pêwendiyên xwe yên bi Îraqê re berfirehtir bikin
HEWLÊR - Bi 3 dronan êrişî Kampa Cêjnîkanê hat kirin
Victoria Taylor: Avakirina hikûmetê ji bo Amerîkayê ne di serê ajandayan de ye