Hakim Qadir Hemecan: Divê Iraq proseya erebkirina Kerkûk û Xaneqînê rawestîne

.

Endamê Encûmena Bilind a Siyasî ya Berjewendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji hikûmeta nû ya Iraqê daxwaz dike, proseya erebkirina Kerkûk, Xaneqîn û cihê nakokiyê rawestîne.

Endamê Encûmena Bilind a Siyasî ya Berjewendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji hikûmeta nû ya Iraqê daxwaz dike, proseya erebkirina Kerkûk, Xaneqîn û cihê nakokiyê rawestîne.

Îro înê 21ê Cotmeha 2022yan, di daxuyaniyeke rojnamevanî de Endamê Encûmena Bilind a Siyasî ya Berjewendiyên YNKê Hakim Qadir Hemecan tekezî li pêwîstiya parastina yekrêziya navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir û got: “Divê nakokî û milmilaniyên navxwe yên Herêma Kurdistanê dema diçin Bexdayê ji holê were rakirin.”

Hakim Qadir Hemecan li ser beşdariya Kurdan di kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê de diyar kir, divê Kurd beşdar bibin ji bo wergirtina mafên xwe yê rewa û destûrî.

Hemecan ji nûnerên Kurd ên li Bexdayê û di hikûmeta nû ya Iraqê de daxwaz kir, ji bo rawestandina proseya erebkirina li Kerkûk, Xaneqîn û cihên nakokiyê bixebitin, ku berevajî mafên mirovan, destûr û daxwazên gel û bingehên demokrasî û federalî ye.

Çavkanî: K24

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt