Hakan Fîdan û Fûad Husên li Azerbaycanê civiyan

.

 Wezîrên Derve yên Tirkiyê û Iraqê li Baku ya paytexta Azerbaycanê civiyan. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan bi Wezîrên Derve yên Kuweyt û Cezayîrê re jî civiya.

Wezareta Derve ya Tirkiyê li ser hesaba xwe ya fermî ya Twitterê ragihand, îro Çarşemê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên li Baku ya paytexta Azerbaycanê civiyan.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê li Bakuyê di çarçoveya Civîna Wezîran a Dîwana Hevahengiyê ya Tevgera Bêalî de bi 3 hevtayên xwe re hevdîtin kirin.

Li gor heman çavkaniyê Hakan Fîdan bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên, Wezîrê Derve yê Kuweytê Şêx Selîm Ebdullah el-Cabir el-Sebah û Wezîrê Derve yê Cezayîrê Ehmed Ettaf re civiya.

Civîna Wezîran a Dîwana Hevahengiyê ya Tevgera Bêalî di 5ê Temûzê de li bajarê Baku yê Azerbaycanê dest pê kir.

Kurdistan Haberleri

Îdareya Trump şertên giran bo Hikûmeta Iraqê danan
Medyayê Îranê: Amerîka û Îranê li Tengava Hurmizê hêleke taybet a pêwendiyê ava kir
DNO ya Norwêcî li Herêma Kurdistanê dest bi berhemanîna petrolê dike
Mihemedê Hacî Mehmûd: Qewareya Kurdistanê berhema xwîna şehîdan e, ji nav naçe
Amerîka û welatên Kendavê bangî Îranê kir