Hakan Fîdan: Eger PKK çekan deyne welatên li herêmê jî dê gelek sûdê wergirin

.

 Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan got, “Eger PKK kongreya xwe bike û çekan deyne hem Îraq, hem Tirkiye, li Sûriye û hem Kurd jî dê gelekî sûdê wergirin."

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ji televîzyona UTVyê ya Îraqê re derbarê rûdanên dawî yên li herêmê axivî.

"Eger PKK çekan deyne, dê dewletên herêmê sûdê wergirin"

Hakan Fîdan derbarê banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a çekdanîna PKKyê de got:

“Em hêvî dikin û dixwazin ku guh bidin vê bangê û rêxistin, wekî ku serokê wê daxwaz kiriye, kongreyê bicivîne, biryara fesixkirina xwe û danîna çekan bide.

Eger PKK kongreya xwe bike û çekan deyne hem Îraq, hem Tirkiye, li Sûriye û hem Kurd jî dê gelekî sûdê wergirin."

Fîdan derbarê siyaseta Îsraîlê ya li Sûriyeyê de jî wiha got:

"Siyaseta ku Îsraîl niha li Sûriyeyê dimeşîne, siyaseteke provokasyonê ye.

Rast be jî siyaseteke ku xizmeta ewlehiya wê nake, ez bi nirxandineke stratejîk û ewlehiyê dibêjim.

Yanî çareserkirina hin tiştan di asta taktîkî de, gefa mezintir a ku ji bo xwe afirandiye, naguhere.

Rastiyek wiha heye lê niha mejiyê Îsraîlê bi awayekî din dixebite."

Kurdistan Haberleri

Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide
JD Vance: Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherînin
Şikefta Hezar Mêrd.. Cihekî ji serdema kevirî li Silêmaniyê
Netanyahu: Me rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kir
Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK