HAK-PAR, PSK û PWKyê Li Stanbolê, Bi Hev Re, Roja Alaya Kurdistanê Pîroz Kirin

.

Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR), Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), roja 15ê Çileya Pêşîn a 2024ê, li Stenbolê, li hola KURD-KAVê, bi hev re, bi semînerekê,  Roja Alaya Kurdistanê Pîroz kirin.

Di destpêka semînerê de, Serokê KURD-KAVê Mehmet Celal Baykara di derbarê Roja Alaya Kurdistanê de axaftinek kir.

Paşê Nûnerê PWKyê yê Stenbolê Cengîz Gungor bixêrhatina beşdaran kir, ji bo cîh dane wan, spasîya KURD-KAVê kir û ji bo şehîdên Kurdistanê rêz hate girtin.

Piştî rêzgirtina ji bo şehîdan, Nûnerê PWKyê yê Stenbolê Cengîz Gungor bi kurdî, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bahatti Tûran bi tirkî daxuyanîya hevbeş a HAK-PAR, PSK û PWKyê ya di derbarê Roja Alaya Kurdistanê xwendin. Serokê Teşkîlata Stendolê ya HAK-PARê Ahmet Engîn jî di derbarê Roja Alaya Kurdistanê de kurta xaftinek kir.

Piştî xwendina daxuyanîya hevbeş, nûnerê Tevgera Avakirina Demokratîk a Kurdistanî-Sûrîye  Mustafa Evdo û endamê Meclîsa PWKyê Mehmet Gul, di derbarê girîngî, mane û dîroka Alaya Kurdistanê de axaftin kirin. Welatperwerê kurd, rêvebirê PWKyê Abdulmecîd Kapazan jî di derbarê Alaya Kurdistanê de helbestek xwend.

Serokê KURD-KAVê Mehmet Celal Baykara û rêvebirên KURD-KAVê, sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd û rendamên HAK-PARî, PSKyî, PWKyî beşdarî ve çalakîyê bûn.

Çalakîya hevbeş a HAK-PAR, PSK û PWKyê ya ji bo Roja Alaya Kurdistanê di atmosfereke berhemdar de derbas bû.

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide