HAK-PAR, PSK, PWK LI ÎZMÎRÊ ŞEHÎDÊN HELEBÇEYÊ BI BÎR ANÎN

.

Li Îzmîrê, ji aliyê HAK-PAR, PSK, PWKyê ve ji bo bîranîna şehîdên Helebçeyê civînek hat lidarxistin û eleqeyeke mezin lê hat nîşandan.

Axaftina vekirina civînê Bedîr Çinar kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên Helebçeyê û Kurdistanê, endamê Melîsa  PSKyê Mesuû Tek di derbarê Jenosîda Helebçeyê û  Enfalan kurta axaftinek kir.

Paşê, daxuyanîya hevbeş  ya HAK-PAR, PSK, PWKyê, bi kurdî endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê M. Sîraç Kaya, bi tirkî jî  Serokê  Teşkîlata Îzmîrê ya HAK-PARê M. Ali Sönmez xwend.

Serokê KED-DERê Mahmud Alpşen jî axaftineke kurt kir.

Welatperwerên kurd Pîro Niyazî û Ferhat, bi muzîka fonê ya welatperwerê kurd  Berzan Kiliçaslan helbestên li ser Helebceyê xwendin.

Civîn bi pêşandana sînevîzyonê ya derbarê Jenosîda Helebceyê de bi dawî hat.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle