HAK-PAR bi dirûşma ‘Komara Federal’ tevlî hilbijartinan dibe

.

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) piştî hilbijartina Mijdara 2015an cara yekemîn e tevli hilbijartinan dibe. Heta niha 4 partî û rêxistinên Kurdî piştgiriya xwe ya ji bo HAKPARê eşkere kirine. Li gorî HAKPARiyan ew dê di vê hilbijartinê de bi sedan hezar deng werbigrin û di nava Kurdan de bibin alternatîfek.

HAK-PAR ku ji sala 2015an ve cara yekemîn e mafê hilbijartinê bi dest dixe, di 14ê Gulanê de bi piştgiriya 4 partî û rêxistinên Kurdî tevlî hilbijartinan dibe. Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Hereketa Azadiyê, TEVGER û Partiya Demokrat a Kurd  piştgiriya xwe ji bo HAK-PARê eşkere kirin.

Endamê Meclisa HAK-PARê Henîfî Eren dibêje: “Em dixwazin ku ji niha û şûnde jî hem di hilbijartinê de ev bibe bingeh û hem jî piştî hilbijartinê jî em bi van rêxistinên hanê û bi rêxistinên din jî bi hev re hevkariyeke baş bikin û hevkariyeke dûr û dirêj çêkin.”

HAK-PAR di wê baweriyê de ye ku dê di vê hilbijartinê de bi sedan hezar deng werbigre. Hereketa Azadiyê jî dibêje ger partî û rêxistinên ku tevlî hevpeymaniya HAK-PARê bûne baş bixebitin ew dê bikaribin rêjeyeke baş a dengan ji Kurdan bistînin.

Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadiyê Metîn Pîranî jî got: “Çend partiyên din jî bi awayeke nivîskî piştgiriya xwe dane. Lê ez dixwazim bang li wan bikim ne tenê bi nivîskî gerek li qadê bin û di sehayê de weke endam û rêveberên HAK-PAR'ê di hilbijartinê de bixebitin.”

Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR bi dirûşma "Komara Federal" tevli hilbijartinan dibe û daxwaza federasyonê dike.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Medvedev: Biryara Trump ya testa nuklerî dê bandorê li ser Rûsya bike
Îlham Ehmed: Ji bo Sûriyeyê sîstemeke nenavendî û demokratîk pêwîst e
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe
Rafael Grossi ji bo kargehên atomî banga hevkariya zêdetir li Îranê kir
UNESCO gundekî Hewramanê ji bo lîsteya "Baştirîn Gundê Geştyariyê" pêşniyar dike