Guterres: Vegera Sûriyê bo nav Komkara Erebî dê ji bo çareserkirina krîza Sûriyê bibe alîkar

.

 Sekretêrê Giştî yê Netewyên Yekbûyî Antonio Guterres bi awayekî erênî pêşwaziya biryara welatên Ereb bo vegerandina Sûriyê bo nav Komkara Erebî kir û ragihand, ew yek dê bibe sedemek ji bo çareserkirina krîza Sûriyê.

Sekretêrê Giştî yê Netewyên Yekbûyî diyar kir, “Ez hêvî dikim ku vegera Sûriyê bo nav Komkarê bibe handerek bo çareserkirina krîza Sûriyê.”

Antonio Guterres diyar kir, “Em di wê baweriyê de ne ku giringîpêdana herêmî bi pirsa Sûriyê, dê alîkar be ji bo çareseriya siyasî li gorî biryara 2254 a Encûmena Asayişa Navdewletî.”

Sekretêrê Giştî yê Netewyên Yekbûyî amaje bi rola dewletên herêmê di krîza Sûriyê de kir û got, giringiyeke serekî ya dewletên herêmê di çareserkirina kirîza Sûriyê de heye

Guterres tekez kir, Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê bo Karûbarên Sûriyê Gier Pederson dê di karê xwe de li gel hemû aliyên bi bandor berdewam be.

Beriya çend rojan wezîrên derve yên welatên endam di Komara Erebî de biryar dan ku Sûriye piştî 12 salan vegere nav Komkarê û kursiya xwe werbigre.

Ji sala 2011an ve ku xwepêşandan û aloziyên li Sûriyê dest pê kirin û hikûmeta Sûriyê bi locîka hêzên rûbirûyê xwepêşandanan bû û gelek kes kuştin, welatên Ereb ên endam di Komkara Erebî de biryar dan ku endamtiya Sûriyê di wê rêxistina navdewletî ya welatên Ereb de bicemidînin û pêwendiyên xwe bi hikûmeta Şamê re qut bikin.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Ji Bo Kurd û Kurdistanîyên Cîhanê Mercîîyet e...
PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin