Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî di konferansa Lûtkeya Komkara Welatên Erebî li ser rewşa Kurdan a li Sûriyeyê got, " Em ji dan û standinên Kurd û Şamê bi hêvî ne û Îro her kes qebûl dike ku Kurd hevwelatiyên Sûriyeyê ne."
Îro li Bexdaya paytexta Îranê Lûtkeya Welatên Erebî hate lidarxistin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres wekî mêvan beşdarî lûtkeyê bû.
Antonio Guterres piştî lûtkeyê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Guterres ji Rûdawê re ragihand, "Berî her tiştî, divê ez bibêjim ku ez ji bipêşveçûnên erênî yên Îraqê matmayî mam.
Bê guman hîn jî hin pirsgirêkên mayî hene, lê ez bawer im ku ew ê bi hevahengiyê bi tevahî werin çareserkirin."
Derbarê rewşa Kurdan a li Sûriyê jî Guterres got, "Girîng e ku were qebûlkirin ku Kurd beşek in ku ji Sûriyeyê nayên cudakirin.
Tê bîra min ku çend sal berê, min hewl dida hikûmeta Sûriyeyê razî bikim ku divê nedayîna nasnameyan ji Kurdan re bi dawî bibe, lê bi kêfxweşî îro her kes qebûl dike ku Kurd welatiyên Sûriyeyê ne û welatiyên Sûriyeyê jî divê beşdariya temam di jiyana siyasî ya welatê xwe û paşeroja xwe de hebe."
Roja 8ê Kanûna Pêşîn a sala borî, komên çekdar ên Sûriyeyê ku yê herî diyar Desteyê Tehrîr Şam bû Hikûmeta Esed rûxand û hikûmeteke demkî pêk anî.
Roja 10ê Adarê îsal, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer civiyan û wan peymanek îmze kir.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, derbarê nêzîkbûna her du aliyan de amaje bi wê jî kir, "Ez ji bo diyaloga di navbera serokatiya Şamê û serokatiya herêmên Kurdî de bi hêvî me."