GURCISTAN - Boksorên Kurd serkeftina xwe bi muzîk û Alaya Kurdistanê pîroz kir

.

Boksorên Kurd ên ji Gurcistanê David Faroî û Daniel Faroî li hemberî welatiyên Tirkiyeyê bi ser ketin û wan serkeftina xwe bi muzîka Kurdî û Alaya Kurdistanê pîroz kir.

Kompanya IFCyê ya Almanyayê 7ê Kanûna Pêşîn a 2024ê li Tiflîsa paytexta Gurcistanê şampiyoniya Kick Boksê ya navneteweyî li dar xist.

Ji welatên wekî Portugal, Holenda, Tirkiye, Ozbekistan, Xirwatistan û Azerbeycanê bi dehan werzîşvanên Kick Boksê beşdarî lîstikên li Tiflîsê bûn.

“Li hemberî boksorên ji Tirkiyeyê bi ser ketin”

Bavê David Faroiyê 19 salî û Rizo Faroî derbarê serkeftina kurê xwe ji Rûdawê re got:

“Kurê min David û biraziyê min Daniel di maça Kick Boksê de li hemberî rikeberên xwe yên Tirkiyeyê bi ser ketin û wan li gel Alaya Gurcistanê, Alaya Kurdistanê jî bilind kir. Em bi serkeftina wan serbilind in.”

Rizo Faroî got ku li Gurcistanê li pêşiya sembolên Kurdî ti astengî nînin û dikarin sembolên xwe yên neteweyî bi kar bînin.

David û Daniel Faroî li gel stranên Kurdî û bi Alaya Kurdistanê derketin ser dika lîstikê.

David Faroî li hemberî boksorê Tirk Remzî Kesenek û Daniel Faroyî li hemberî Ramazan Karayelê ku ji Bakurê Kurdistanê bi ser ket.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide