GUNSIADê bangî PKKyê kir: Çekan deyne

.

Serokê Komeleya Karsaz û Pîşesazên Başûrrojhilat (GUNSIAD) Şah Îsmaîl Bedirhanoglu bangî PKKyê kir û got, “Tundûtûjî ne rêbazeke daxwazkirina maf e û divê rêxistin li dijî Tirkiyeyê dest ji çekan berde.”

Serokê GUNSIADê Şah Îsmaîl Bedirhanoglu, îro li Amedê di taştêyê de li gel xebatkarên medyayê civiya.

“Tundûtûjî ne rêbaza daxwazkirina mafan e”

Îsmaîl Bedirhanoglu bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya 2013yan û got:

“Hilbijartinên 7ê Hezîranê bûn sedema bi dawîbûna projeyeke mezin. Pêvajoya çareseriyê rawestiya.

Pêngava herî mezin a dîroka komarê bû. Di nav civakê de ji bo çareseriyê bû hêviyeke mezin.

Ji ber her du aliyan baş bi rê ve nebir pêvajo bi dawî bû. Ji bilî rê û rêbazên demokratîk sûda tiştekî ji Kurdan re nîne.

Em li dijî tundûtûjiyê ne, ne rêbaza daxwazkirina mafan e.

Ji dest berdana çekan a rêxistinê li dijî Tirkiyeyê dê ji bo vekirina rêya siyaseta demokratîk bibe handaneke mezin. Ji bo vekirina siyaseta demokratîk divê tundûtûjî ji holê rabe.”

Divê hilbijartin di nav çandeke demokratîk de bên kirin

Bedirhanoglu behsa pêvajoya hilbijartinê jî kir û got

“Divê hilbijartin di nav çandeke demokratîk de bên kirin û rêz li encamên sindoqan bê girtin.”

Kurdistan Haberleri

Nezîr Akat û Gulê Jiyana Serok Barzanî Dinirxînin
TAYBET - PDK-Î: Peyameke zelal ji Trump negihiştiye me, niha em nakevin şer
Li Kerkûkê herî kêm 6 çekdarên Heşdî Şebiyê hatin kuştin
Nêçîrvan Barzanî: Em rê nadin axa Herêma Kurdistanê ji bo Îranê bibe gef
Êriş didomin: 222 dron û mûşek avêtin Herêma Kurdistanê