Gundewarê Sirîn, Kobanê û derdora Tişrînê cardin hatin bombe kirin

.

Çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê ragihandine ku îro 17ê Adarê artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, bi çekên giran derdora bajarê Sirînê û başûrê bajarê Kobanê û derdora Bendava Tişrînê topbaran kirin.

Hate diyarkirin ku topbaran heta danê êvarê dewam dikir û gundê Qeseq ê gundewarê Sirînê jî bi çekên giran hate lêdan.

Li ser ziyanên topbaranan ti zanyarî nehatin parvekirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, îro danê sibehê jî gundê Berbexbotan ê Kobaniyê bi dronan hatibû bombekirin û maleke sivîlan bûbû armanca êrîşê ku bi kuştina 9 kesên sivîl komkujiyek pêk hatibû.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle