Gundê Pakaran bi dîroka xwe ya kevnar li benda geştiyaran e

.

 Gundê Pakaran ê li navçeya Têkor a ser bi parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, dîroka avakirina vî gundî vedigere bo serdemên çaxê naverast û heta niha mazûvaniya  çend şaristaniyên weke Moxol  Bagratî Osmanî û Rûsan kiriye. Beşek ji bermayayên wan şaristaniyan heta niha jî li gund ser piyan mane. Geştiyar ji derve û navxweyî welat  bo dîtina  wan serdana gund dikin.

Geştiyar Harun Cengiz got “Havînan di tîmeh û tebaxê de gelek geştiyar serdana vê derê dikin. Ji Îtalya û Amerîkayê jî geştiyar tên û li vir belgefîlm jî tên çêkirin.”

Ev gund yekem cihê niştecihbûnê yê Xanedana Bagratî ye ku di navbera sedsalên 9 û 11ê de li deverên Qers, Erdexan, Wan û Artvînê hukumdarî kiriye. Ev dêr ji aliyê wê  xanedaniyê ve hatiye avakirin, lê bi borîna demê jinavdiçe û di serdema Rûsan de careke din tê nûjenkirin.

Serokê Desteya Kolanê yê Aniyê û Mamosteyê Zanîngehê Doç. Dr. Muhammet Arslan dibêje “Ev dêra hûn li pişt min dibînin   sedsala 9emîn di serdema bagratiyan de hatiye avakirin. Lê resentiya xwe ne parastiye. Bi egerek mezin di dagîrkariya Rûsan a di sedsala 19emîn de hatiye nûjenkirin.”

Geştiyar ji dîtina gund kêfxweş in, lê xelkê gund dixwazin şûnwarên dîrokî yên gund bi temamî bên nûjenkirin daku zêdetir geştiyar serdana wî bikin.

Geştiyar Esra Bulanikoglu diyar kir “Bi nêrîna min ev der gelek xweş e û ez pêşniyar dikim ku herkes bê û serdana vir bike.”

Niştecihiyê Gund Hamit Çoban ragihand "Dîmeneke wî yê bê hempa heye,ez dixwazim ev der ji aliyê geştiyarî ve bê nirxandin. Bi rastî erdnîgariyeke bêhempa li vir heye ku xelk serdana wê bike û bibîne.”

Gundê Pakaran 35 kîlometreyan dûrî navçeya Têkorê  li ser sînorê  Ermenîstan û Bakurê Kurdistanê cih digire. Hejmara niştecihiyên wî 201 kes in. Li kêleka çemê Arpaçay bi dîroka xwe ya kevnar li benda geştiyaran e.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

PWK : Jenosîda Dêrsimê xelekek ji siyaseta ji holê rakirina miletê Kurd e
Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî