Gundê Lihêbanê yê Kerkûkê bi temamî hat valakirin

.

Hemû şêniyên gundê Lihêbanê yê ser bi nahiya Sergeranê ya Kerkûkê îro 05.12. 2021ê ji gundên xwe derketin û gund valakirin.

Valakirina vî gundî piştî zincîreya êrîşên çeteyan DAIŞê tê ku ji Havîna borî ve êrîşî ser gund dikin.

Xelkê gundê Lihêbanê 

Muxtarê gundê Lihêbanê Kakeşîn ji K24ê re aşkere kir, wan bi temamî gundên xwe vala kiriye û daye zanîn ku li gund bi tenê 10 mal lê mabûn û wan malan jî biryar daye îro ji gund derbikevin.

Peyamnêrê K24ê Hêmin Delo da zanîn, xelkê vî gundê Kurdistanî îro dîtin ku bi dehan çekdarên DAIŞê li derdora gund in, ji ber wê neçar bûn ji gundên xwe derkevin.

Xelkê gundê Lihêbanê 

Ji ber êrîşên terorîstên DAIŞê li ser gundê Lihêbanê, şêniyên gund ji gundên xwe derdikevin. Terorîstên DAIŞê ji valahiya ewlehiyê ya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê îstîfade dikin û rojane êrîşî xelkê medenî dikin.

Di havîna sala borî de li gundê Lihêbanê 65 mal hebûn û di heyama 3 qonaxan de gundî ji malên xwe derdikevin û gundên xwe bi cî dihêlin.

Xelkê gundê Lihêbanê 

Hêzên ewelehiyê yên Iraqê ji 16ê Cotmeha 2017an heta niha nikarîne valahiya ewlehiyê tijî bikin û rê jî nayê dayîn hêza Pêşmerge vegere û xelkê û herêmê biparêze.

K24

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin