Gundê Bahçecîkê bûye qurbaniyê kanzaya zêran: ‘Jiyan li me herimî’

.

Kanzaya madena zêran a li navçeya Îliça Ezirganê bi karesata dawiyê careke din bûye rojeva sereke.

9 karker heta niha di binê axê de ne û 39 cor madeyên kîmyewî ku hatine bikaranîn devereke bi qasî 32 hektaran wêran kiriye.

Tevî ku tê ragihandin ku ti xetereyek li ser ax û avê nîne jî gundên derdorê bi gefên jiyanî re rûbirû ne.

Yek ji wan jî Gundê Bahçecîkê ye û li pêş çiyayê ku kanzaya madena lê ye cih digire.

Li Gundê Bahçecîkê 15 mal hene û xelkê gund ji tirsa siyanûrê ava kaniyan venaxwe ji ber ku ava wan ji heman çiyayî tê.

Gundî ji bo vexwarinê ava hazir dikirin û ji bo sewal û paqijiya xwe jî avê ji gundekî din bi tankêran dibin.

Li gorî ku gundî dibêjin ne aramî bi wan re maye ne jî tehma jiyanê.

“Heta niha rayedaran tiştek ji me re negotiye”

Şêniyê gund Mehmet Tekîn ji Rûdawê re got:

“Ava gundê me ji binê madenê bi motorekê heta depoyê tê û ji depoyê jî li malan belav dibe.

Ji ber ku çavkanî nêzîkî kanzaya maden e em bi guman in û avê venaxwin. Heta niha ji rayedaran tiştek nehatiye.

wan xeber daye muxtar û gotiye em dê bo tehlîla avê bên.

Îro agahî hat ku ew dê werin û ji çar cihan nimûneyên avê bigirin.”

Piştî ku di ser karesata kanzayê re 6 roj derbas bûn aliyên pêwendîdar nimûneyên avê wergirtin.

Piştî vekirina kanzayê jiyana li gundiya herimî ye

Şêniyê gund dibêjin ku bi vekirina kanzayê re jiyan li wan herimî ye û ne dikarin sevalgeriyê wekî berê bikin ne jî çandiniya berê maye.

Şêniyê gund Kemal Yildirim jî got:

“Wilehî her tişt jî guherî. Hewa gund jî guherî û av jî guherî.

Em ji bo vexwerina avê niha bêhtir dilgiran in. Her tişt guherî.

Em niha bi tankêran avê dikişînin we jî dît. Em niha gelekî bê çare ne.”

Ayşe Altinaya 77 salî jiyana xwe ji serî heta roja îro li wî gundî derbas kiriye.

Gilî û gazincên wê li serê ziman lê xem û kerba dil xwe di çavên wê re dide der.

Wêranbûna war û mekanê wê, bêçaretî û gumana siyanûrê di demsalê dawiyê yê jiyana wê de bûye kul û li wê rabûye. 

“Maden hat û em jehirandin”

Şêniya gund Ayşe Altinayê wiha behsa gundê xwe kir:

“Li gundên me tiştekî ku neguherîbe nema. Me çandinî dikir, bêder hebûn, me sewal xwedî dikirin û rêncberî dikir. Em bextewar û aram bûn.

Ew maden hat vir aramiya me têk çû. Çima av tune be? Maden hat çi bû? Wan çi kir? Tenê em jehirandin bavê min tenê em jehirandin.”

Gundê ku aliyek Çemê Ferêt aliyê din çiyayên bilind in, ketiye derdê av û henaseya paqij û aram.

Rawîn Stêrk / Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Neteweyên Yekbûyî: Divê hilbijartinên Kurdistanê bi beşdariya pêkhateyan werin kirin
Li Iraqê Roja Gorên Komî: Di 288 goran de termê 7370 kesan hatine dîtin
Ziman netew e, ziman ax e, ziman welat e!
.
PWKyê li Amed, Mêrdîn û Batmanê belavokên ji bo Roja Zimanê Kurdî belav kir