Guler li Colemêrgê berdewamiya operasyonên dersînorî ragihand

.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yeşar Guler li navenda Fermandehiya Firqeya 3 ya Peyda ya li Colemêrgê, operasyonên leşkerî yên li dijî PKKê gotûbêj kir û ragihand, operasyonên wan li derveyî sînor dê berdewam bin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê got: “Beşek ji fermandarên artêşa Tirkiyeyê bi rêya fîdyoyê beşdarî civînê bûn û plana nû ya operasyonên li hundir û derveyî Tirkiyeyê gotûbêj kirin.”

Got jî: “Armanca wan ew e ku her metirsiyek ji her çavkaniyê ve nehêlin, beriya ku bigihêje sînorên Tirkiyeyê.” Herwiha diyar kir jî: “Operasyonên wan li dijî terorê yên li derveyî Tirkiyeyê dê bidomin.”

Ji aliyê xwe ve Guler got: “Bi berfirehkirina operasyonan re, jêderên terorê yên ku ji derve ve li ser ewlehiya Tirkiyeyê bûne metirsî, dê jinav bibin.”

Herwiha got: “Korîdora terorê ya ku dihat xwestin li ser sînorên me bê avakirin hat hilweşandin û ew rêxistina terorê li hundirê welêt gihîştiye asta têkbirinê.”

Artêşa Tirkiyeyê roja 20ê Çileya 2018an operasyonek li ser Efrîna Rojavayê Kurdistanê dabû destpêkirin û di 2019an de jî Serê Kaniyê dagîr kir.

Herwiha artêşa Tirkiyeyê ji 17ê Nîsana 2022an ve li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna çekdarên PKKê, dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kiriye û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle