Grûpên çekdaran bacên giran li ser Efrîniyan disepînin

.

 Grûpên çekdaran ên bi artêşa Tirkiyeyê re herêma Efrînê dagîr kirine, bacên giran li ser welatiyên Kurd ên vedigerin disepînin.

Li gorî jêderên xwecihî, çekdaên grûpa Sultan Silêman Şah (Emşat) ji 5 - 10 hezar dolarên Amerîkî, li ser her malbateke vegeriyaye gundên navçeya Şiyê sepandine û her kesê bacê nede, nikare vegere mala xwe.

Li hin gundên navçeya Şiyê, weke Senarê, Anqelê, Merwaniyê rojane çekdar bi ser gundan de digirin, bacan kom dikin û kesên ku nikarin bidin, ji malên xwe direvin û derdikevin.

Jêderekî tekez kir, 14 malbatên Kurd ên ku vegeriyane herêmê, ji ber bacên çekdarên Emşatê, nikarin biçin navçeya Şiyê û bi neçarî li Cindirêsê li cem kesûkarên xwe mane û 3 malbatên ji wan kon vegirtine.

Li gundê Kurzêlê jî, heman grûpê baca 17 hezar dolarên Amerîkî li gundiyan sepandin û divê şêniyê gund bidin çekdaran.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle